KCD: Divê kujerên Reyhanli demildest bê dîtin

KCD: Divê kujerên Reyhanli demildest bê dîtin

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) êrîşa duh li navçeya Reyhanli ya Hatayê pêk hat şermezar kir. KCD’ê ji bo hemû gelê Tirkiyeyê sersaxî xwest û  diyar kir ku divê demildest berpirsên vê komkujiyê bên dîtin.

KCD’ê der barê êrîşa hovane ya li navçeya Reyhanliya Hatayê pêk hat û 46 kesî jiyana xwe ji dest da û  ji 100’î zêdetir birîndar bûn de daxuyaniyek da û wiha got: “Duh li navçeya Reyhanli ya Hatayê êrîşeke hovane pêk hat û 46 kes mirin û  ji 100’î zêdetri birîndar çêbûn.  Ev şîdeta ku raste rast sivîl hedef girtine, mînaka  zîhniyeta faşîste.  Divê hikûmet demildest vê bûyera ku em hemû ji kurahî de êşandine ronî bike û kujeran derxîne holê."

Em wek KCD’ê vê bûyerê şermezar dikin û ji hemû gelê Tirkiyeyê sersaxiyê, ji kesên jiyana xwe ji dest dane rehmetê û birîndaran re jî şifayê dixwazin.