Kaya yê HDP'yî ku nû ji girtîgehê derket, hate binçavkirin
Endamê Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Ahmet Kaya, çawa ku ji girtîgehê derket, vê carê ji ber lêpirsîneke din hate binçavkirin.
Endamê Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Ahmet Kaya, çawa ku ji girtîgehê derket, vê carê ji ber lêpirsîneke din hate binçavkirin.
Endamê Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Ahmet Kaya, di rûniştina destpêkê ya doza bi rengekî girtî lê dihate darizandin de, roja Înê hate berdan. Kaya ji Girtîgeha Bafrayê derket, lê hê çend deqe di ser berdanê re derbas nebû, careke din hate binçavkirin.
Bafra bi hinceta lêpirsîneke li Qersê hate binçavkirin. Kaya birin Qersê û tê payin wî îro li Qersê derxînin pêşberî dadgeriyê.