Kaya yê bi nexweşiya giran dîsa birin girtîgehê
Sabrî Kaya yê ku bi nexweşiya giran e û li Girtîgeha Tîpa T'yê ya Nimro 2 ya Osaniyê tê girtin, piştî ku 11 rojan li beşa nexweşiya giran hiştin dîsa birin girtîgehê.
Sabrî Kaya yê ku bi nexweşiya giran e û li Girtîgeha Tîpa T'yê ya Nimro 2 ya Osaniyê tê girtin, piştî ku 11 rojan li beşa nexweşiya giran hiştin dîsa birin girtîgehê.
Sabrî Kaya 11'ê Nîsanê piştî ku rewşa wî giran bû rakiribûn Nexweşxaneya Dewletê ya Osmmaniyê.
Kaya yê ji wê rojê ve li beşa nexweşiya giran dihate tedawîkirin, cardin şandin girtîgehê. Hat diyarkirin ku Kaya li revîra girtîgeha tê girtin û ava di kezeba wî de kom bûye, derxistine.
Kaya ji ber krîza dil lêdabû û xwîn çûbû ser mejiyê wî rakiribûn nexweşxanê û piştî dermankirina wî bi dawî dibe wî dîsa dişînin girtîgehê. Kaya yê rewşa wî xerabtir dibe, careke din radikin nexweşxanê. Ji bo cezayê Kaya bê taloqkirin serlêdan hatibû kirin, lê heya niha tu bersiv ji bo serlêdana berdana wî, nehatiye dayîn.