Karkerên Kurd rastî êrîşa nîjadperestan hatin
Karkerên Kurd rastî êrîşa nîjadperestan hatin
Karkerên Kurd rastî êrîşa nîjadperestan hatin
Li navçeya Manîsa Demîrcî, komeke ji nîjadperestan êrîşî karkerên Kurd kirin û di encamê de 2 karker bi giranî birîndar bûn.
Li navçeya Manîsa Demîrcî, ji ber êrîşa komeke nîjadperest, 2 karkerên Kurd bi giranî birîndar bûn. Karkerên birîndar ji bo bên dermankirin çûn Nexweşxaneya Dewletê ya Demîrcî, lê li vir jî rastî hewldana lînçê ya koma nîjadperest hatin.
Polîsan bi tenê li kombûna koma nîjadperest a li ber nexweşxaneyê temaşe kirin.