Karkerên înşaetê: Dengê me ji Demîrtaş re ye
Karkerên înşaetê diyar kirin ku dengê wan ji bo Demîrtaş û HDP'ê ye û gotin, "Yekane partiya ku çîna karkeran temsîl dike HDP ye. Ji ber vê yekê dengê me ji HDP'ê û Demîrtaş re ye."
Karkerên înşaetê diyar kirin ku dengê wan ji bo Demîrtaş û HDP'ê ye û gotin, "Yekane partiya ku çîna karkeran temsîl dike HDP ye. Ji ber vê yekê dengê me ji HDP'ê û Demîrtaş re ye."
Rojeva sereke ya Tirkiyeyê hilbijaritna pêşwext e. Polemîka tifaq û namzetan a partiyên siyasî dewam dike. Di nava vê rewşê de karker û kedkaran ji niha ve partî û namzetên ku dengê xwe bidin wan diyar kirine. Karkerê înşaetê Refîk Gonul destnîşan kir ku AKP'ê kedkar talan kiriye û wê dengê xwe bide namzetê HDP'ê yê Serokkomariyê Selahattîn Demîrtaş. Karkerekî din ê înşaetê jî diyar kir ku êdî AKP diqede û divê hesab bide gel.
KEDKAR DI NAVA REWŞEKE ZOR Û ZEHMET DE NE
Gonul anî ziman ku zêdeyî bîst sal in ew karê înşaetê dike û diyar kir, ji aliyê aborî ve kedkar di nava rewşeke zor û zehmet de ne. Gonul got, "Em nema dikarin debara xwe bikin. Aboriya Tirkiyeyê roj bi roj têk diçe." Gonul ragihand ku budçeya ji şer re tê veqetqandin ji kedkaran tê standin û wiha dewam kir: "Ji ber vê yekê, AKP ne hêja ye dengê kedkaran. Dengek jî dengek e. Çi AKP çi jî CHP em dengê xwe nadin ti ji van partiyan. Yê ku çîna karkeran temsîl bike Selahattîn e. Em ê dengê xwe bidin partiya ku biratiya gelan esas digire û xwedî vê nêrîn û îdeolojiyê ye. Lewma dengê min ji Demîrtaş re, ji HDP'ê re ye."
'JI BER KU AKP'Ê ABORÎ TÊK BIR, EZ DÛRÎ CIH Û WARÊ XWE ME'
Karkerekî din ên înşaetê ku ji ber ewlekariyê nexwest navê xwe eşkere bike, anî ziman ku ji ber sedemên aborî ew neçar e li cihekî dûrî malbata xwe li înşaetê bixebite. Karker destnîşan kir ku sedema vê rewşê jî polîtîkayên AKP'ê ye ku aborî têk biriye û got, "Her dema hilbijartinê mîkrofonê dirêjî me dikin, lê belê ti partiyeke siyasî bi şert û mercên kar ên ne ewle re nabile. Sîgorta nîne. Carna nikarim heqdestê xwe bigirim. Kes li vê yekê napirse."
'EM Ê BI KED, BI DIL Û XWÊDANA LI ENIYA XWE TÊBIKOŞIN'
Karker diyar kir ku wê dengê xwe bide Demîrtaş û li ser serdema vê yekê jî got, "Ne tenê ji ber ku Kurd im dengê xwe didim Demîrtaş. Yek ji sedeman ew e ku hevserokê giştî yê partiyeke siyasî girtî ye. Gelo çima binpêkirin, talan û biçûkxistin her tim dibe para me? Eger ya ku dibe para me Kkurdan, kedkar û gelan ev be, wê demê ji bo guhertina vê yekê em ê têbikoşin. Em ê bi ked, dil û xwêdana li eniya xwe têbikoşin."