Karayilan: Eger destwerdan bibe dê pêvajo bixetime
Karayilan: Eger destwerdan bibe dê pêvajo bixetime
Karayilan: Eger destwerdan bibe dê pêvajo bixetime
Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûrat Karayilan da xuyakirin, ku eger di dema vekişîna gerîla de hêzên dewletê mîna sala 1999’an operasyonan pêk bînin, dê pêvajo bixetime û gerîla dê xwe biparêze.
Serokê Konseya Rêveber a Koma Civakên Kurdistanê KCK’ê Mûrat Karayilan diyar kir, ku li Kurdistanê pêvajoyeke dîrokî tê jiyîn û destnîşan kir, ku biryarên di vê demê de hatin wergirtin û bi bicihanîna van biryaran re, wê hem li Kurdistanê hem li Tirkiyê û hem jî li gelemperiya Rojhilata Navîn dê rê li ber nûbûnên gelekî girîng vekin.
Karayilan bal kişand ser 8’ê Gulanê roja destpêka vekişîna hêzên gerîla ya ji Bakurê Kurdistanê got, „PKK tevgereke soza xwe bi cih tîne ye. Eger em tiştekî bêjin, dijmin jî dost jî dizanin em bicih tînin. Lewma ev biryara me stendiye, di qonaxa bicihanînê de ye. Ji 8’ê Gulanê û vir ve, li gelek eyaletan li Amed, Xerzan, Serhed, Botan û gelek eyaletên din, vekişîn ketiye rojevê û pêvajoya bicihanîna vê biryarê destpê kiriye.”
Karayilan diyar kir, ku ji ser destpêkirina vekişînê bi tenê 2-3 roj derbas bûne û heta niha ti gavên astengdar rû nedane.
Karayilan bal kişand ser xeteriya astengiyan û di vê mijarê de weha peyivî; “Eger hêzên dewletê dest werdin, mina sala 1999’an derkevin operasyonan, kemînan deynin, dê hêzên me jî tevgera xwe ya vekişînê rawestînin û yekser têkevin rewşa parastina rewa. Ev ne gefeke. Em nikarin ji ti kesî re bêjin, ‘li gel her tiştî, mirinê bidin ber çavê xwe û vegerin.‘ Bila kes vê helwestê ji me nexwaze. Me konseptek danîn, vekişîn jî xalek ji konseptê ye. Eger destwerdan bibe, pêvajoyê bixetime.“
„HEBÛNA GERÎLA BAWERIYA JI BO PARASTINA GELÊ KURD E“
Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûrat Karayilan, der heqê şîroveyên ku hebûna gerîla weke gefê dibînin de ev nirxandin kir: „Hêzên Parastina Gel, bi parastin mafên bingehîn ên gel wezîfedar in. Şaş e ku hebûna gerîla weke tehdîtekê bê dîtin. Îro li Rojhilata Navîn rewşeke şer heye, herkes radihêje çekan, parastina xwe dikin.“
„BIRYARDARIYA HERDU ALIYAN A JI BO ÇARESERIYÊ GIRÎNG E“
Karayilan bibîr xist, ku pirsgirêka Kurd pirsgirêka herî tevlîhev a herêm Rojhilata Navîn e û diyar kir, ku ev pirsgirêk gelek hêzan eleqedar dike, lewma pêwendiya xwe ji nêz ve bi hêzên navnetewî ve heye.
Karayilan ragihand, ku ji ber vê taybetmendiya pirsgirêkê, dibe ku di rêya çareseriyê de hin astengî derkevin, lê di vî warî de bal kişand ser girîngiya biryardariya herdu aliyên pirsgirêkê.
Karayilan got, „Em û dewleta Tirk ên ji çareseriyê berpirsyar in, di vî warî de biryardar in. Bi dîtina min, eger herdu alî ji bo çareseriyê sekneke bi pîvan û biryardar hertim nîşan bidin, ji derve çiqas hewldanên sabotekirinê bên bila werin, dê pêvajo bi ser bikeve.”
„EM LI ROJHILATA NAVÎN HÊZEKE DIYARKER E“
Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûrat Karayilan, rewşa tevgera azadiyê ya gelê Kurd jî nirxand û destnîşan kir, ku ew li Rojhilata Navîn êdî rastiyeke, di pergala dengeyan de hêzeke.
Karayilan ragihand, ku têkiliya wan bi gelek derdor û hêzan re heye, lê bi vîna xwe ya cewherî digihêjin biryaran, ev yek jî hêza me ya xweser nîşan dide.
„JI VÊ DERÊ NEÇÛN, LI CIHÊ LÊ NE DERKETIN ÇIYÊ“
Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûrat Karayilan li ser daxuyaniya Serokwezîrê Tirkiyê Erdogan a di koma civîna xwe de ji bo vekişîna gerîla gotibû „çawa hatine, bila bi heman rengî biçin“ ev nirxandin kir:
„Hêza ji Amedê vekişe, ji devereke din neçûye Amedê. Ew hêz zarokên Amedê ne, ji wê derê derketine çiyê. Ne tenê Serokwezîr hin kesên din jî daxuyaniyên bi wî rengî didin; tuyê bêjî qey em ji derveyî welat çûne wan deveran, ji me re dibêjin hûn ji ku derê hatine biçin wê derê. Ev hêz, li wê derê bi rêxistin bû, li wê derê derketin çiyê, zarokên wê derê ne, li wê derê ji dayik bûn. Raste dibe ku hin hevalên di asta rêveberiyê de ji Herêmên Parastinê yên Medyayê çûne wê derê, lê hêzên her herêmê ji zarokên wê herêmê pêk tên.“
„EV 30 SALIN EM LI ÇIYÊ NE“
Karayilan hin gotûbêjên, ku dibêjin hêzên gerîla yên vedikişin wê biçin Rojavayê Kurdistanê nirxand û got, „Ev yek ne rast e. Ji ber ku Rojavayê Kurdistanê xwe bi rêxistin kiriye û rewşa heyî de nêzî deh hezar hêzên xwe yên çekdarî heye.“
Karayilan diyar kir, ku rewşa erdnîgarî ya wê derê rê nade tevgera gerîla û got, „Cografya, deşt e, berî ye. Hevalên me nikarin li wê derê tevbigerin. Gerîlayekî-e li çiyê têgihiştiye, gava xwe berde deştê, tengav dibe.
„BÊÇEKBÛYÎN DI REWŞA HEYÎ DE NABE“
Serokê Konseya Rêveber a Koma Civakên Kurdistanê Mûrat Karayilan, nîqaşên li ser bêçekbûyînê jî nirxand û diyar kir, ku ev mijar qada dawî ya pêvajoyê ye.
Karayilan weha peyivî; „Ev karekî pêvajoyê ye. Berî vê, hin qonaxên divê bicih werin hene. Eger ew qonax yek bi yek bicih werin, bêguman wê di encama vê pêvajoyê de çek ji dewrê derkeve. „
„ME GEF BIXWARA EM VENEDIKIŞIYAN“
Karayilan bal kişand ser hin daxuyaniyên ku hebûna gerîla ya li Başûrê Kurdistanê weke gefê dibînin û got, „ti eleqeya vê bi gefxwarinê nîne. Eger me gef bixwara, em ji Derya Reş, ji Dêrsimê venedikişiyan. Em herî zêde di sala 2013’an de gihiştin wê nuqtê ku dorê li dewletê teng bikin. Eger niyeteke me ya gefxwarinê hebûya, me biryarên bi vî rengî nedirt.
„KOMÊN DESTPÊKÊ WÊ DI NAVA ÇEND ROJAN DE BIGIHÊJIN HERÊMÊN PARASTINÊ“
Karayilan li ser gotûbêjên dema pêvajoyê, ku weke çend mehan tê bilêvkirin got, „Pêvajoya vekişînê di 8’ê Gulanê de destpê kir. Wer xuyaye, wê di nava çend rojan de komên destpêkê bigihêjin Herêmên Parastinê yên Medya. Eger kêmasî rû nedin û astengî dernekeve, wê pêvajo bi lezgînî biçe serî.“
Karayilan hişyarî da û diyar kir, ku eger balafirên keşfê di dema vekişînê de li ser gerîla bifirin, dê vekişîn lawaz bibe.
„BI LEZGÎNÎ DEST BI AVAKIRINA QEREQOLAN DIKIN“
Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûrat Karayilan bal kişand ser hin hewldanên astengkirina pêvajoyê û da xuyakirin, ku di vê pêvajoyê de hin projeyên bi armancên leşkerî tên meşandin.
Karayilan ragihand, ku çêkirina qereqolên nû rewşeke neyînî ye û anî ziman, ku armanca wan sivîlkirina herêmê ye. Karayilan pirsa, eger di dawiya vê pêvajoyê de armanc sivîlkirin be hingî çêkirina van qereqolan çima? kir.
„BENDAV XWEDÎ ARMANCÊN LEŞKERÎ NE“
Karayilan çêkirina bendavan jî nirxand û got, „Projeyên bendavên navbera Şirnex û Colemêrgê, eger hemû bicih werin anîn, wê nîvê sînor bên girtin, bibe gola avê. Gelo ev çiqasî xwedî armancên aborî ye. Bi vê projeyê re erdê Kurdistanê, berhemên wê yên dîrokî û xwezaya wê ya bedew, di binê avê de dimîne. Di heman demê de, bi van bendavan re tê xwestin, herêma tevgerê ya gerîla bê tengkirin. Li gel vê rewşê jî em biryardar in.
Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûrat Karayilan ji bo rêveçûna pêvajoya çareseriyê xwest, pergala cerdevaniyê bi temamî bê rakirin û li parlamentê jî Komîsyona Rastî û Edaletê bê avakirin.
Karayilan der heqê gotûbêjên li ser bazariyê jî nirxand û destnîşan kir, ku di mijara mafên bingehî de bazarî nayê kirin, ew maf ti carî nabin mijara bazarê.
Karayilan girîngiya çêkirina destûra bingehîn a nû jî destnîşan kir û ragihand, ku divê ev destûr bibe ya hemû gelan, herkesî, her olî bi awayekî wekhev û azad hembêz bike.
Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûrat Karayilan bal kişand ser girîngiya asta duyemîna pêvajoyê û got, „Asta yekemîn a pêvajoyê bi vekişîna gerîla re wê bi lezgînî bi dawî bibe. Di asta duyemîn de divê di asta destûra bingehînî de hin guhertin werin kirin. Ji bo ev pêvajo biçe serî, divê parlament bikeve dewrê.