Karabey: Ciwanên Kurd wê rê nîşanî sînemaya Tirkiyeyê bidin

Karabey: Ciwanên Kurd wê rê nîşanî sînemaya Tirkiyeyê bidin

Fîlmê "Were dengê min-Come to my voice" yê derhênerê Kurd Huseyîn Karabey, di girîngtirîn festîvala fîlman a Latîna Amerîkayê Mal Del Plata de xelata fîlmê herî baş stend. Karabey, ku fîlmên wî li qada navneteweyî rastî eleqeyeke zêde tê, destnîşan kir ku li Tirkiyeyê li dijî fîlmên Kurd û mûxalîfan cihêkarî tê kirin. Karabey da xuyakirin, ku li gel vê cihêkariyê jî wê di nava 10 salên pêş de ciwanên Kurd rê nîşanî sînemaya Tirkiyeyê bidin.

Fîlmê "Were Dengê min-Come to my voice" yê derhênerê Kurd Huseyîn Karabey, di 29. Festîvala Fîlman a Latîna Amerîkayê Mal Del Plata de, ku roja 30'ê Mijdarê bi dawî bû, xelata fîlmê herî baş wergirt.

Fîlmê ku pirsgirêka Kurd bi vegotina pîrekê ji neviyê xwe yê 8 salî re bi şêweyî çîrokî vedibêje, her wiha hêjayî xelata temaşevanan a festîvalê hat. Were dengê min bû yekemîn fîlmekî ji Tirkiyeyê heta roja îro di festîvala fîlman a Mar Del Plata xelat stendiye.

Ev fîlmê bi metraja dirêj a Karabey, ji Yekîtiya Dêran jî xelat wergirt û ji Arjantînê vegeriya.

Fîlmê "Were dengê min" ku li gelemperiya cîhanê ji bo 28 festîvalan hat vexwendin, li Tirkiyeyê jî bi tenê di 33. Festîvala Fîlman a Stenbolê de hêjayî xelatê hat dîtin.

Di festîvala ku di meha Nîsanê de li Stenbolê hat lidarxistin, fîlm "Xelata Gel a Rojnameya Radîkal", xelatên "Muzîk a herî baş" û "Cineuropa.org" wergirt. Di festîvalên fîlman ên Antalya, Edene û Meletiyê de jî nehat nîşandan.

Fîlmê "Were dengê min" ê Karabey, ku beriya sê mehan xelata fîlmê herî zêde ji aliyê temaşevanan ve hat ecibandin li Mîlano stend, di meha Tîrmehê de di Festîvala Fîlman a Tirk a li Rotterdamê de xelata derhênerê herî baş wergirt.

Fîlmê di 5'ê Kanûnê roja Înê de li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ket weşanê, li Amed, Êlih, Mêrdîn, Mersîn, Enqere, Îzmîr, Stenbol û Eskîşehîrê tê nîşandan.

Fîlmê Karabey herî dawî di 6'ê Kanûnê de tevlî 14. Festîvala Fîlman a Akdenîz a Brukselê ya li Belçîkayê bû. Di festîvalê de wê ji Tirkiyeyê sê fîlm bên nîşandan. Lê belê di nava van de bi tenê fîlmê Karabey di pêşbirkê de cih digire.

DERHÊNEREKÎ KURD Ê JI ÇÎNA KARKER TÊ 

Karabey ku yek ji çar zarokên malbateke Kurd û karker e, xwe weke "derhênerekî Kurd" ê ji çîna karker pênase dike. Karabey dibêje, "Di wergirtina her xelatê de ez vê tînim bîra xwe."

Karabey beriya fîlmê wî li festîvala li Brukselê were nîşandan ji ANF'ê re axivî, nîşandana fîlmê wî bi tenê li festîvala Stenbolê, bi "cihêkariya" di vê sektorê re girê dide.

Karabey da xuyakirin ku festîvalên Antalya, Edene û Meletiyê ji ber "sedemên bêwate" fîlmên wî qebûl nekirine û nerazîbûn nîşan da.

DI SÎNEMEYA TIRKIYEYÊ DE CIHÊKARÎ HEYE

Karabey ragihand ku di sektora sînema ya Tirkiyeyê de nîqaşeke cidî tê meşandin û got, "Di sînemayê de cihêkarî heye."

Derhênerê Kurd ragihand ku bi taybetî fîlmên leşker û dewletê rexne dikin li derve tên hiştin û got, "Hîn bêtir fîlmên nerm tên tercîhkirin."

Karabey diyar kir ku desteka Wezareta Çandê ya ji bo fîlmên mûxalîf kêm bûye û anî ziman ku mîna li gelek cihên din di sektora sînemayê de jî derdorên nêzî desthilatdariyê, zêde bÛne.

CIWANÊN KURD WÊ RÊ NÎŞANÎ SÎNEMAYA TIRKIYEYÊ BIDIN

Karabey got, "Bi taybetî di sînemeya Kurd de pêşketineke cidî heye" û di vê mijarê de bi awayekî ji xwe bawer axivî.

Karabey got, "Ciwanên Kurd, ji bo vegotina çîrokên xwe sînemayê weke rêyekê dibînin. Di deh salên pêşiya me de, wê gelek sînemavanên ciwan ên Kurd derkevin, ku rê nîşanî sînemaya Tirkiyeyê bidin."

Karabey da xuyakirin ku berhemên ciwanên Kurd ên di vî warî de hem li dîaspora hem jî li Tirkiyeyê afirandine, rê li ber coş û heyecanê vekiriye.