Bagdasarov diyar kir ku bi dîtina mafên gelan re di vê yekîtiya Sûriyeyê bê parastin û got, "Hin rastiyên Sûriyeyê hene. Yek ji van rastiyan jî Kantonên Kurdan e." Bagdasarov destnîşan kir ku divê ev mafê Kurdan bi destûra bingehîn re bê ewlekirin.
ÊRÎŞ QOSER
MOSKOWA / ANF
şemî, 14 sermawezê 2015, 07:04
Midûrê Giştî yê Navenda Lêkolînê ya Rojhilata Navîn û Welatên Asya Navîn, endamê Komîteya Têkiliyên Derve ya Konseya Dûma û Parlamenterê berê yê Partiya Rûsya bi Edalet Semîon Bagdasarov, destwerdana Rûsyayê li Sûriyeyê û rewşa Kurdan a li herêmê ji ANF'ê re nirxand.
Rûsya difikire li Sûriyeyê operasyoneke bejahî pêk bîne?
Di sala 2013'an de ji bo Rûsya dest li Sûriyeyê werde, ez ketim nava hewldanan. Hingî me digot, ku Sûriye wê mijarê çareser bike. Lê belê jê nehat. Vê gavê pêwîstî bi operasyoneke bejahî nîne. Li Sûriyeyê hêzeke têrker a ji bejahî ve şer bike, nîne.
Artêşa Sûriye ji aliyê Rûsyayê ve tê perwerdekirin?
Beşek ji hêzên mûxalîf ji aliyê Hîzbûllah ve tê perwerdekirin. Li gorî min, yên ku li Sûriyeyê di bin navê Hîzbûllah de perwerdeyê didin, perwerdeyeke xurt nadin. Li ser radestkirina mijareke ewçend hesas ji Hîzbûllahê re gumanên min hene. Niha di nava artêşa Sûriyeyê de ji 80 hezar 100 hezarî Îsmaîlî, Elewî û yekîneyên parastinê yên gelên din hene. Perwerdeya van jî bi giranî ji aliyê Hîzbûllaha Îranê ve tê kirin. Ez alîgirê vê jî nînim. Li gorî min, artêşa Sûriye ji bo potansiyela xwe baştir bi kar bîne, divê li biryargehên me sê meh an jî salekê perwerdeyê bibînin.
Li ser rûyê erdê hevkariya we bi Kurdan re heye?
Îdîaya ku dibêje, 'Rûsyayê Beşad Esad ji bo hevkariyê bi Kurdan re bike nekarî îqna bike' ne rast e. Em dikarin Esad îqna bikin. Dikarîbû artêşa Sûriyeyê îqna bike ku YPG'ê re tevbiere. Di mijara alîkariya çekan a ji bo YPG'ê de gumanên Tirkiyeyê wê hebûya. Lê me yê alîkarî bida artêşa Sûriyeyê û beşek ji van alîkariyan jî dikarîbû ji YPG'ê re bihata ragihandin. Her wiha operasyonên me yên rizgarkirina Şam, Heleb û Îdlîbê di cih de ne. Di van operasyonan de diviyabû me bi Kurdan re hevkarî bikira. Di operasyona Reqqayê de jî li gorî min divê çekên me di destê Kurdan de, balafirên me jî li pişta wan be.
Îran li Sûriyeyê çiqasî bi bandor e?
Rewşa ku niha Sûriye tê de ye, ji bilî Îranê bi kêrî kesî nayê. Îran dixwaze Sûriyeyê li sala 2011'an vegerîne. Yanî dixwaze di sêgoşeya Iraq, Şam û Hîzbûllahê de kembereke Şîa ya ku her tişt ji Şamê tê kontrolkirin, ava bike. Lê belê bicihhatina vê plana wan niha ne pêkan e. Ji xwe rewşeke bi vî rengî li berjewendiyên me jî nayê.
Eger ev plan tê kirin, wê demê wê rewşa hindikayî û gelên din çawa be?
Bi parastina yekîtiya Sûriyeyê re divê em mafên gelên din jî li ber çavan bigirin. Hin rastiyên Sûriyeyê hene. Yek ji van rastiyan jî Kantonên Kurdan e. Gelo bi qebûlnekirina vê rewşa Kurdan re wê sibe li hemberî wan şer bê meşandin? Ev yek nayê qebûlkirin. Pêwîste ev mafê Kurdan bi destûra bingehîn bê ewlekirin.
Wekî din li Sûriyeyê Xiristiyan, Durzî hene. Bûyerên li Sûriyeyê bandor li hemûyan kir û niha ne rast e ku mirov; mîna ku tiştek ne qewimiye tevbigerin û bixwazin Sûriye li rewşa xwe ya berê vegere. Beriya her tiştî divê Sûriye formulekê bibîne ku bi gelên xwe re li hev bike. Piştî li hev kirina bi gelê xwe re ya herî rast pêkanîna hilbijartinê ye. Artêşa Sûriyeyê, dema bûyeran nû destpêkirin eger li Qamişlo û herêmên din, bi hêzên mûxalîf re tevbigeriya, niha ji bo demokratîkbûyîna Sûriyeyê wê xwedî derfeteke mezin bûya. Dewleta Sûriyeyê ti ji mafên Kurdan qebûl nedikir. Bi rewşa heyî re êdî her tişt guherî.
Hikûmet Sûriye dikare bi Kurdan re li hev bike?
Mantalîteya desthilatdariya Sûriyeyê mantalîteya Ereb e. Rejîma Baas jî bi tevgera li gorî mantalîtaye Ereb re di wê baweriyê de ye ku pêwîstiya Kurdan bi herêma xweser nîne. Ya duyemîn; rejîma Baas di bin bandora Îranê de ye. Kantonên Kurdan an jî gotina Kurd, ji bo Îranî dişibe 'gayê paçê sor dîtiye'. Rejîma Baas heta ku di bin bandora Îranê de be, wê ti mafekî Kurdan nas neke. Îran, piştî Başûrê Kurdistanê li dij e ku li Rojavayê Kurdistanê rêxistinbûyîneke Kurd bê rûniştandin. Di wê baweriyê de ye ku Kantonên Kurdan gefê li berjewendiyên wê dixwe, zerarê dide wê. Bi guman e ku rê li ber 'Avabûna herêmeke xweser a Mahabadê' veke. Ji ber vê yekê dixwaze pêşî li destketiyên Kurdan ên li parçeyên din bigire.
Hîzbûllah Îranê bandora xwe ya li Sûriyeyê winda dike. Di vê rewşê de, pêwîste Rûsya bi Esad re rûnê û ji nû ve rewşê binirxîne. Pêvajo guherî û sal êdî 2011 ye. Gelek tişt guherî. Divê Esad destûrê bide ku artêşa Sûriye ji aliyê Rûsan ve bê perwerdekirin. Li aliyê din beşek ji alîkariya lojîstîk a leşkerî ya Rûsya li Sûriyeyê bike, ji Kurdan re bê ragihandin.
KAOS DIKARE LI TIRKIYEYÊ BELAV BIBE
Hûn bandora berxwedana gel a bi navê 'Bihara Ereb' a li herêmê çawa dinirxînin?
Bihara Ereb ewçend tevlî hev bûye, êdî ne diyar e kê çi winda kiriye, kê çi qezenc kiriye. Destpêkirina Bihara Ereb hin hêzên tektonîk ên ku dikarin hin guhertinên jeopolîtîk li Rojhilata Navîn pêk bîne, xist nava tevgerê. Ez dawiya vê kaosê nabînin. Dibe ku kaos mezintir bibe. Yek ji welatên ku kaos dikare lê belav bibe, Tirkiye ye.
Ev kaos wê bandoreke çawa li Tirkiyeyê bike?
Gotinek pêşiyan heye: "Eger tu mala cîranê xwe bişewitîne, wê agir bigihêje mala te jî". Ya ku niha Tirkiye dike ev e. Erdogan wê êdî nikaribe Kurdan bi rêyên asfaltkirî yan jî bi tiştên din re bêdeng bike. Têkoşîna Kurdan wê mezintir bibe. Bi guhertinên li Kurdistana Sûriyeyê re pêkane li Kurdistana Tirkiyeyê jî guhertin pêk werin. Beriya bihara Ereb pêşdîtineke min der barê Tirkiyeyê de hebû: Heta salên 2028-2030'î wê li başûrrojhilatê Tirkiyeyê rêxistinbûyîneke Kurdistanê pêk were.
Li nîvgirava Ereb, bi taybetî jî li dewletên mîna Yemenê wê guhertinên cidî pêk werin. Bi dîtina min, tevlîheviya niha wê herî zêde bandorê li Îranê bike. Ne tenê ji bo Kurdistana Îranê, wê Belûcî, alîgirên Erebîstana Siûdî û Amerîkiyan wê di vir de rolê bilîzin. Eger Tirkiye reformên cidî neke, wê guhertinên gelekî cidî rû bidin. Bila Tirk nebêjin 'Her tişt wê mîna berê bimîne'. Bi bihara Ereb re li herêmê êdî ti tişt mîna berê namîne.
PKK GELPARÊZ E, BI AWAYEKÎ WEKHEV NÊZÎ HEMÛ PARÇEYAN, HEMÛ GELAN DIBE
Di nava Rojhilata Navîn a ji nû ve dîzayn dibe de, hûn tevgera Kurd çawa dinirxînin? Li aliyê din, bêyî Kurdan mirov dikare qala Rojhilata Navîna a nû bikin?
Ji destpêkê ve sempartiyek min ji bo PKK'ê heye. Çend sedemên xwe hene. Beriya her tiştî tevgereke çepgir e û ez jî çepgir im. Ya duyemîn PKK li Tirkiyeyê ne tenê ji bo xwe, ji bo hemû gelan têdikoş e. Berevajî Tirkiyeyê ew mafên hemû gelên din diparêze. Ya sêyemîn; gelekî di ser gelekî din re nabîne; tevgereke ku banga yekîtiya gelan dike ye. Mîna ku ji navê KCK'ê jî tê fêmkirin, rêxistinbûyînek ji hemû gelên li Kurdistanê pêk tê. Bi heman rengî nêzî hemû mezheban dibe. Tevgereke medenî û pêşverû ye. Ji ber van taybetmendiyên xwe, têkoşîna Kurdan timî bala min kişandiye. Lîderê PKK'ê mirovekî dilnizm e, bi jiyana xwe re mirovekî ji gelparêz e. Ne weke hin lîderên Kurd ên li Kurdistanê bi dolarên Amerîkî naxape. Malbata Barzanî xwedî li mîrateya Mele Mûstafa Barzanî derneketin.
Rojekê min pê re hevdîtinek pêk anî, min ji wan re qala Mele Mûstafa Barzanî kir, lê qet ne xema wan bû. Êdî gelekî dewlemend bûne û ji têkoşîna gel qut bûne. Ji ber vê yekê tevgerên li Başûrê Kurdistanê bala min nakişîne. PKK li çar parçeyên Kurdistanê yekane tevgereke Kurd e ku bi bandor e û desteka gel werdigire. Girîngiyeke zêdetir nade parçeyekî, heman girîngiyê dide her parçeyê, bi heman wekhevî û cidiyetê nêzî hemû parçeyan dibe. Mîna partiyên din ên Kurd nabêje 'ez parçeyekî werbigirim, yê din ne xema min e'. PKK'ê giranî ne de cihên ji çavkaniyên petrolê yên Kurdistanê. Ji bo PKK'ê ya girîng her tim gelên li Kurdistanê ye. Li cihekî Kurdistanê kîjan gel, ji kîjan gelî mirovek bikeve cihekî teng, yekser PKK'ê bi hewara wan ve diçe. Ev yek jî aliyê gelparêziyê yê PKK'ê radixe pêş çavan.
DIVÊ PKK LI RÛSYAYÊ NÛNERTIYA XWE VEKE
Rûsya bi çi rengî li PKK'ê dinêre?
Berevajî Amerîkayê, PKK li Rûsyayê ne di lîsteya rêxistinên terorê de ye. Li gorî min divê PKK li Rûsyayê nûnertiyekê veke û xebatên dîplomatîk bimeşîne. Em jî divê dest ji teoriyê berdin û yekser alîkariyê bidin Kurdan. Wê ji min re bêjin, 'Bagşe Tirkiye nerazîbûnê nîşanî vê bide wê çi bibe?' Li Stenbol û Enqereyê nûnerên gelek rêxistinên terorê yên ji Kafkasya û Asyayê hene, em çima nerazîbûnê nîşanî vê nadin. Tirkiye bûye rêgeha terorîstan, ji gelek terorîstan re bûye stargeh. Çima em nerazîbûnê nîşan nadin. Divê êdî em hesabê 'wê Tirkiye bixeyide yan nexeyide' nekin. Pêwîste em berjerwendiyên xwe yên neteweyî bêhtir li ber çavan bigirin.