Jiyanê li astendaran ne herimînin!

Jiyanê li astendaran ne herimînin!

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) di daxuyaniya xwe ya bi wesîleya hefteya astengdaran de destnîşan kir, ku ew pirsgirekên astengdaran weke pirsgirêka demokrasî, azadî, wekhevî û edaletê dibînin. KCD diyar kir, ku divê astengdar karibin bi hêsanî beşdarî her qada jiyanê bibin û bang li hemû partiyên siyasî kir, ku ji sedî 10 cih bidin welatiyên astengdar.

Komîsyona Astengdaran a Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), bi wesîleya 10-16'ê Gulanê Hefteya Astengdaran, civîneke çapemeniye lidar xist. Di civînê de li gel endamên komîsyonê, endamê Meclîsa Daîmî ya KCD'ê Îrfan Babaoglû jî amade bû. Berdevkê Komîsyona Astengdaran a KCD'ê Muhsîn Batgi destpêkê axivî û diyar kir, ku ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd ew piştgiriyê didin pêvajoya ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin. Batgi anî ziman, ku bi dawîbûna şer di heman demê de tê wateya bidawî bûna astengdariya mirovan a ji ber şer. Batgi bal kişand ser rewşa girtiyên astengdar jî û xwest, tavilê serbest bên berdan. Batgi got, "Ji bo jiyaneke bê astengî, em cîhaneke bê şer û bê pevçûn dixwazin."

Batgi bal kişand ser talankirina mafên astengdaran û got, "Em pirsgirêkên astengdaran weke pirsgirêka demokrasî, azadî, wekhevî û edaletê dibînin. Divê welatiyên astengdar, bi têgihişta welatên azad li her qada jiyanê cih bigirin û di mijara jinûve avabûna welêt de bibe xwedî mafê axaftinê. Li ser vê bingehê, ji bo temsîlkariya welatiyên astengdar ên li nava partiyên siyasî, pêwîste kota ji sedî 10'an bê dayîn."

Batgi da xuyakirin, ku pirsgirêka herî mezin a astengdaran bêkarbûna wan e û weha peyivî; "Lazime şert û mercên kar ên welatiyên astengdar bên sererastkirin. Ji bo welatiyên astengdar bibin xwedî kar, divê piştgirî were dayîn, kredî were dayîn û kûrsên kar bên amadekirin. Ji bo welatiyên astengdar ên malên wan tineye, pêwîste mal bên dayîn, lazime krediya mal a bêfaîz ji wan re bê dayîn. Divê welatiyên astengdar li her qada jiyanê bi awayekî azad tevbigerin."

Batgi bibîr xist, ku Tirkiye ji bo astengdaran wke girtîgehekê ye û got, "Dibistan, avahiyên xizmetê, derbasokên jêrîn jorîn, perwerde, tenduristî, cihên kar, qesrên edliyê, zanîngeh, navendên kirîn û firotinê, qadên civakî, avahî, lambeyên trafîkê, rêgeh, park, deriyên malan, xwaringeh û gelek qadên din ên jiyanê, ji tevgera astengdaran re girtî ne û astendar nikarin van devera bi hêsanî bikar bînin.