Jiyana Ocalan dibe fîlmê dokûmanter
Jiyana Ocalan dibe fîlmê dokûmanter
Jiyana Ocalan dibe fîlmê dokûmanter
Di 4. Konferansa Tevgera Çand û Hunerê ya Demokratîk a Mezopotamyayê TEV-ÇAND’ê ya Ewrûpayê de biryar hat dayîn, ku li ser jiyana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan fîlmekî dokûmanter bê çêkirin.
Di roja duyemîn a konferansa li bajarê Elmanya Dusseldorfê de, li dû gotûbêjan plansazî hat kirin. Yek ji mijara sereke ya nîqaşên konferansê ew b û, ku nêrîn û berhemên Rêberê Gelê Kurd abdullah Ocalan bi têrkerî di xebatên çand û hunerê de nehatine vegotin.
Di konferansê de bal hat kişandin ser rola Rêbeê Gelê kurd Abdullah Ocalan a di dîroka gelê Kurd de û weha hat gotin; ” Rêber Apo, di nava civaka Kurd de bi derketina xwe ya dîrokî re di kesayetiya xwe de rastiya mirov û civaka azad afirandiye. Lewma, weke TEV-ÇAND’ê, meşa di xera Rêber Apo de, sedema hebûna me ye.”
DER HEQÊ OCALAN DE GELEK BIRYAR HATIN STENDIN
Di konferansa TEV-ÇAND’ê de der heqê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de gelek biryar hatin stendin û hin ji wan jî ev in;
1. Divê berxwedanan mezin a Rêber Apo ya 14 sal in li dijî qirkirina siyasî dimeşîne, li navenda xebatên me yên çand û hunerê de were bicihkirin.
2. Stranên li ser Rêber Apo wê di CD û DVD de werin berhevkirin
3. Destana Derwêşê Evdî ya Ocalan di paraznameyên xwe de behs dike, di hemû beşên hunerê de bê bikaranîn
4. Ocalan li qada hunera wêneyan bê nîşandan û ev kar jî di bin kontrola komîteya çand û hunerê de ji aliyê hunermendên wêneyan ve di 4’ê Nîsanê de bê pêşandan
5. Ji bo azadiya Ocalan, bi hunermendên navdar ên navnetewî re li navendên cûda yên Ewrûpayê konser bên lidarxistin
6. Amadekariyên ji bo dokûmanterek li ser jiyana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bê destpêkirin