Jiyana Ecevît Pîroglû di xeteriyê de ye

Greva birçîbûnê yê Ecevît Pîroglû ku li Sirbîstanê bi zexta Tirkiyeyê hat girtin û tevî biryarên dadgeha bilind jî nehat berdan di roja 114’an de ye. Ji bo Pîroglû yê ku daket 47 kîloyan banga hevgirtinê hate kirin.

ECEVÎT PÎROGLÛ

Ecevît Pîroglû dema ji Rojava dixwest derbasî Ewropayê bibû di Hezîrana 2011’an de li Sirbîstanê hat girtin. Dewleta Tirk daxwaza radestkirina Pîroglû dike. Li dijî daxwaza radestkirinê, Pîroglû di 12 Sibata 2024’an cara duyemîn dest bi çalakiya greva birçîbûnê kiribû û ev çalakî di roja xwe ya 113’mîn de didome. Hevdîtin û hewldanên li Balyozxaneya Sirbîstanê ya ji bo Pîroglû ku pirsgirêkên wî yên tenduristiyê giran bûye û daket 47 kîloyan jî, bê encam man. Endamê Komîteya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê Mûsa Pîroglû got, "Derketina Ecevît a ji wir, ancax bi zexta gel pêkan e."

Endamê Komîteya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê Mûsa Pîroglû derbarê rewşa Ecevît Pîroglû de ji ANF'ê re axivî û da zanîn ku Ecevît Pîroglû bi hinceta teblîxata sor a ji aliyê Tirkiyeyê ve hatiye derxistin li Sirbîstanê hatiye girtin.

DERKETINA WÎ JI SIRBÎSTANÊ ASTENG DIKIN

Mûsa Pîroglû, diyar kir ku di encama pêvajoya darizandina du salan de dadgeha bilind biryar da ku ji bo Ecevît şertên dersînorkirinê nîne û wiha domand, “Di vê navberê de, sê roj piştî ku ji girtîgehê derket, bi komployeke ku hikumeta Sirbîstanê ava kir, careke din hate girtin. Salek cezayê girtîgehê lê hate birîn. Dadgeha jêrîn di dawiya salekê de careke din biryara dersînorkirina Ecevît da û ferman da ku di nava 15 rojan de welêt biterikîne. Dadgeha Bilind biryara dersînorkirin rawestand. Hikûmeta Sirbîstanê zextên dewleta Tirk weke hincet nîşan dide û derketina Ecevît asteng dike. Di nava sê salan de ev cara duyemîne dest bi çalakiya greva birçîbûnê dike. Ya pêşî 134 roj dom kir û ya niha jî 113 roj dewam dike.”

LI NEXWEŞXANÊ GREVA BIRÇÎBÛNÊ DIDOMÎNE

Pîroglû, da xuyakirin ku Ecevît Pîroglû demeke dirêj li navenda bi şûn de şandinê dihat ragirtin û ji ber ku personelên tibî û revîrek nîne, rewşa wî ya tenduristiyê gav bi gav xirabtir bûye û got, "Bi bandora zexta navneteweyî re ev 4-5 roj in ranekirine nexweşxaneyê. Li nexweşxaneyê greva birçîbûnê didomîne û kîloya wî daketiye 47'an. 50’î rojên destpêkê hikûmeta Sirbîstanê ew nebir nexweşxaneyê jî. Piştî zextên Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî û çapemeniyê ew rakirin nexweşxaneyê. Niha jî ji ber zexta navneteweyî qebûl kirine ku li nexweşxaneyekê bê razandin."

DI BIN TECRÎDEKE GIRAN DE JIYANA XWE DIDOMÎNE

Pîroglû, destnîşan kir ku ji ber zextên hikûmeta Tirk, hikûmeta Sirbîstanê ku serî ji bo berjewendiyên xwe tewandiye nahêle Ecevît biçe welatekî din û got, “Divê zexta civaka navneteweyî bi hêz be da ku Ecevît serbest were berdan. Ecevît ev 3 sal in di nava tecrîdê de dijî. Ewlehiya girtiyên siyasî bi awayekî cidî di xeteriyê de ye. Pêwîste saziyên navneteweyî bikevin dewrê.”