Jinên Tîrêjên Rojê li dijî tecrîdê çalakî kirin

Însyatîfa Jinên Tîrêjên Rojê li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û zextên li ser girtiyên din ên siyasî li Stenbolê depoyek û 3 wesayîtên faşîstan şewitandin.

Însyatîfê daxuyaniyek da û got: “3’yê Tebaxê li navçeya  Sîlîvrî ya Stenbolê depoyeke ya amûran a hevkarên faşîstan ji aliyê yekîneyên me ve hatiye şewitandin. Di encama çalakiyê de depo bêkêr bûye, ziyanên madî yên mezin gihiştiye faşîstan.

4’ê Tebaxê li Florya ya Stenbolê 3 wesayîtên girêdayî AKP-MHP’iyan ji aliyê yekîneyên me ve hatine şewitandin.

Di her du çalakiyan de jî yekîneyên me saxlem gihiştine cihên xwe. Ev çalakî li dijî tecrîda li ser Rêber Apo a li Îmralî û zextên li zîndanan tên sepandin, hatiye kirin.”