Jinên DOKH'î ji bo destekê bidin Gokkan meşiyan

Jinên DOKH'î ji bo destekê bidin Gokkan meşiyan

Li gel Hevseroka KCD'ê Aysel Tûglûk û Cîgira Serokê Koma BDP'ê Pervîn Bûldan bi sedan endamên DOKH'ê, ji bo piştgiriyê bidin Şaredara Nisêbînê Ayşe Gokkan a li dijî dîwarê şermê di rojiya mirinê de ye, ber bi qada mayinkirî ve meşiyan.

Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad û DemokratîK (DOKH) ji bo piştgiriyê bidin Şaredara Nisêbînê Ayşe Gokkan a li dijî dîwarê şermê ev pênc roj in di rojiya mirinê de ye, meşiyan. Jinên li ber Navenda Çand û Hunerê ya Mîtannî hatin cem hev, ber bi qada mayinkirî ya nêzî Gokkan meşiyan û li vir daxuyaniyek dan çapemeniyê.

Jinan pankarta bi nivîsa "Dîwarê şermê wê bibe sembola dijminahiya li hemberî kurdan, em rê nadin dîwarê şermê" vekir û dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bi berxwedanê emê qezenç bikin" û "Bijî Berxwedana Eyşe" qîriyan. Li gel astengiya polîsan jî, jinan li qadeke nêzî mayinan daxuyanî dan çapemeniyê.

Li ser navê jinan Rêvebera BDP'ê ya Mêrdînê Hasîbe Mengîrkaon bang li hikûmeta AKP'ê kir û got, "Dîwarên xwe yên li Kurdistanê bi xwe re bibin. Destê xwe ji Rojava vekişînin. Hûn nikarin di navbera xwişk û birayên me de dîwar lê bikin. Eger tiştek bê serê Şaredara me berpirsyarê vê dê hikûmeta AKP û Erdogan be. Tavilê daxuyaniyeke fermî bidin û lêkirina vî dîwarî rawestînin." 

Li dû Mengîrkaon Hevseroka KCD'ê Aysel Tûglûk bi silavkirina berxwedana Gokkan dest bi axaftinê kir û anî ziman ku piştî serdana Gokkan ew beşdarî meşê bûye û got, "Ew, sekin, israr û biryardariya jinê ya di têkoşîna rûmet û azadiyê de nîşan dide. Gokkan çalakiyeke gelekî girîng li vê derê lidar dixe. Me bi Şaredara xwe Ayşe re hevdîtin kirin. Ew dibêje ewê bi biryardariyeke mezin çalakiya xwe dewam bike."

Tûglûk ragihand ku dîwarê li ser sînor tê lêkirin dîwarekî ji rêzê nîne û got, "Em van dîwaran weke dîwarên li pêş lêgerîna me ya azadiyê û bendên di navbera gelê xwe de, dibînin. Ev dîwar ji bo me ne tenê dîwareke. Em mejiyê li pişt vî dîwarî baş dinasin."

Tûglûk diyar kir ku dîwarê tê lêkirin di heman demê de nîşaneya tirsê ye û got, "Kurdan bi berxwedan û têkoşîneke mezin destketiyên gelekî mezin bi dest xistin. Ew baş dizanin ku gelê Kurd dê van dîwaran bihurîne. Tirsa wan ji vê ye. Ji ber vê yekê dixwazin bi dîwaran bigirin. Lê bi rastî jî ew xwe dixapînin. Kurd êdî ne Kurdên berê ne. Ew dîwar di dil û mejiyê me de êdî nînin. Eger pêwîst bike emê mîna şaredara xwe Ayşe mirinê deynin pêşiya xwe û xwedî li şoreşa Rojava derkevin. Êdî dest ji xeyalan berdin."

Di axaftinan de bang li hikûmetê hat kirin ku tavilê lêkirina dîwar rawestîne.