Jina 75 salî ku bi sedyeyê ji mal derxistin, hate girtin

Bi hinceta ku ji keça xwe ya girtî û hevala wê re pere şandiye, cezayê girtîgehê li Hatîce Yildiz a 75 salî hate birîn.

JINA 75 SALÎ HATE GIRTIN

Hatîce Yildiz a 75 salî li Esenyurt a Stenbolê dijî û bi hinceta ku ji keça xwe ya girtî û hevala wê ya qawîşê re pere şandiye, derheqê wê de bi îdiaya "alîkariya aborî daye rêxistinê" doz hate vekirin. Lêpirsîna dozê 3 salan dom kir û 4'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê bi îdiaya “fînansmaniya rêxistinê" 4 sal û 2 meh cezayê girtîgehê lê birî. Dadgeha îstînafê ev biryara dadgeha herêmî erê kir.

Li ser biryarê, polîs çûn mala Yildiz ku nexweşiyên wê yên weke tansiyona bilind, çav, fitiq û xwarbûna pirûskê hene. Bi çûna polîsan re rewşa Yildiz giran bû û li ser sedyeyê ji malê hate derxistin. Ji ewil Yildiz bi ambulansê birin nexweşxaneyê û ji wir jî derbasî Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê hate kirin.

Lawê Hatîce Yikdiz, Alper Yildiz bertek nîşanî girtina dayika xwe da û diyar kir ku bi rêyên zagonî pere ji girtîgehê re hatine şandin. Yildiz, wiha domand: "Heta niha li Tirkiyeyê li gorî zagonan pere ji girtîgeherê re rêkirin ne sûc e. Ev biryar biryareke hiqûqa dijminatiyê ye. Bi awayeke fermî bi rêya PTT’ê ji girtîgehê re pere hatiye şandin û ev yek weke sûc tê dîtin."

Alper Yildiz da zanîn ku dê bi rêya parêzerê xwe serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) bide.