Jin întîhar dikin an tên kuştin?

Jin întîhar dikin an tên kuştin?

Li Amedê zaroka bi navê Zehra Çelîk (16) kuştî hate dîtin. Cîranan îdia kirin ku Çelîk întîhar kiriye.

Li Amedê di hefteyekî de bûyerê îdîaya întîharê zêde bûn. Niha jî hate îdîakirin ku zaroka 16 salî Zehra Çelîk li taxa Hasirli ya Sûrê kuştî hate dîtin. Hat zanîn ku Sehra Çelîk 3 meh berê bi zilamê 23 zalî S.A. hatiye zewicandin û piştî ku dest ji hev berdan û şûnde bûyer pêk hat. Hat îdîakirin ku Çelik li malê bi debanceyê dawî li jiyana xwe anîye. Xizm û cîranan idîakirin ku dema çûn hundirê odeyê Çelîk di nava xwînê de maye û jiyana xwe ji dest taye. Der barê kuştina Çelîk de lêpirsîn hate destpêkirin.

Di nava hefteyekê gelek bûyer pêk hatin

* Li xaniyên TOKΒyên Tilmerca Êlihê hat îdîakirin ku jina 38 salî û dayika 5 zarokan a bi navê Ayten Orak, intîhar kir.

* Li taxa Çarşi ya Lîceya Amedê jina bi navê G.A di saetên nîvro de di bîra hewşa malê de mirî hate dîtin. Xizmên G.A. piştî cenaze di bîrê de dîtin bang li ambulansê kirin û G.A rakirin Nexweşxaneya Lîceyê. Cenazeyê G.A. pişt re ji bo otopsiyê şandin Neweşxaneya Amedê.

* Hat îdiakirin ku li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê jina bi navê Emîne Baş a ku diçû lîseyê înthar kir. Jina ku tê îdihakirin întîhar kir ligel hemû mudaxeleyan nehat xilaskirin û jiyana xwe ji dest da.

* Li gorî agahiyan li gundê Hacana yê navçeya Pasurê ya Amedê jina bi navê S.S. întîxar kir. Hat hînbûn ku cenazeyê S.S. ji bo otopsiyê rakirin morgan Nexweşxaneya Dewletê ya Amedê. Hate zanîn ku têkildarî mijdarê de lêpirsîn hate destpêkirin.

* Zaroka 15 salî Hasret Taşlı ya hefteya borî hate qetilkirin û cenazeye wê avêtim Çemê Êlihê û pişt re li Goristana Yekîkoyê ya Amede hat definkirin.

* Li gorî agahiyên hatin bidestxistin di 26'ê kanûnê de kesê bi navê H.G. li Îstasyona Mêrdînê hevsera xwe O.G bi tifingê kuşt.

* Li taxa Davutpaşa ya navçeya Fatihê ya Stenbolê ku kurd, ereb, ermenî û cuhî zêde lê dijîn, jina ermenî ya 84 salî bi 7 kêran hat qetilkirin û situyê wê hat jêkirin.