Jimara cerdevana nêzî 50 hezaran bû
Jimara cerdevana nêzî 50 hezaran bû
Jimara cerdevana nêzî 50 hezaran bû
Wezîrê Navxweyî ê Tirk Guler bersiva pêşniyar pirsa Parlementerê HDP’ê Tuzel da û got, niha hêjmara cerdevana nêzî 50 hezaran bûye. Guler îtîraf kir ku, ew îstîfaya cerdevanan jî qebûl nakin. Her wiha têkildarî xebatek heye gelo cerdevan çekê berdin yan na jî bersiv neda.
Parlementerê HDP’ê yê Stenbolê Levent Tuzel têkildarî sîstema cerdevaniyê pêşniyar pirsek pêşkêşî Serokwezîrê Tirk Recep Tayîp Erdogan kir ku ew bersiv bide. Lê belê bersiv ji Wezareta Navxweyî hat. Di bersiva ku bi îmzeya Wezîrê Navxweyî ê Tirk Muammer Guler ji Tuzel re hate şandin de têkildarî jimara cerdevana ev tê gotin, “Ji sala 1985’an ve bi armanca alîkariya dayîna hêzên me yên ewlekariyê ku parastina mal û canê welatiyê me dikin, sîstema cerdevaniya gunda berdewam dike. Pêkanîna ku di sala 1985’an li 13 bajaran bi 7.257 cerdevanên gunda destpê kir û ji Îlona 2013’an pêde jî li 22 bajarên me bi 48.130 cerdevanan didome.”
Guler da diyarkirin ku, ji sala 1985’an ve ku sîstema cerdevaniyê hate danîn, 1617 cerdevan hatine kuştin û alîkarî dane malbatên cerdevanan.
DIBÊJIN ‘DIBE ZEXT ÇÊBIBIN’ Û ÎSTÎFAYAN QEBÛL NAKIN
Têkildarî pirsa Tuzel ya “Ji ber çi sedemê daxwazên îstîfaya cerdevanan nayên qebûl kirin” jî Guler got: “li Şirnexê di vekolîna ku têkildarî daxwaznameyên îstîfayên cerdevanan de jî; 28.12.2011 di bûyera xemgîn ya li Qilabanê de 34 welatiyên me jiyana xwe ji dest dan, gelek hemwelatiyên me ên xizmên xwe windakirîn cerdevanin û debara xwe jî bi vê riyê dikin, lê belê cerdevanên mijara gotinê ku tê gotin ji bo îstîfa bikin zext lê hatiye kirin jî dema gihan Walîtiya Şirnexê, ji bo mijarê hînbaştir lêkolîn bikin bi Walîtiyê re lêkolînên pêwîst tên kirin.”
Pirsên Tuzel ên têkildarî butçe û ên “Gelo hûn difikirin ku kar bidin cerdevanên gund ji bo çekan berdin? Gelo Têkildarî vê xebatek we ya zagonî heye” jî bersiv nedan.