Ji şehîdên Pirsûsê Bûdak hate bîranîn

Ji şehîdên Komkujiya Pirsûsê Vatan Bûdak li ser gora xwe bi merasîmekê hate bîranîn.

Vatan Bûdak ku di Komkujiya Pirsûsê de bi giranî birîndar bû û piştî ku 16 rojan di komayê de ma jiyana xwe ji dest da, di salvegera 5'an a mirina wî de li ser gora xwe ya li Karlitepe ya navçeya Gazîosmanpaşa ya Stenbolê hate bîranîn.

Tevî malbata Bûdak, endamên Federasyona Komeleyên Ciwanan a Sosyalîst (SGDF) û endamên Ciwanan ên Anarşîst gelek kes tevlî bîranînê bûn.

'EM Ê XWN Û XEYALÊN WAN NÎVCO NEHÊLIN'

Bavê Bûdak Mûrat Bûdak got, "Ya ku dikeve ser milê me ew e ku em ala wan li erdê nehêlin. Heta dawiyê em têkoşîna xwe dewam bikin. Xewn û xeyalên wan wê nîvco nemînin."

Hevseroka SGDF'ê Denîz Bahçecî jî got, "5 sal in em bi heman hêr û êşê bi biryardariya pirsîna hesabê komkujiyê li kolanan e û li ser gorên wan in."