Ji şaredariya Mêrdînê bo taxa Ofîsê ambargo
Ji şaredariya Mêrdînê bo taxa Ofîsê ambargo
Ji şaredariya Mêrdînê bo taxa Ofîsê ambargo
Ji aliyê şaredariya AKP’î ya Mêrdînê ve, boriyên kanalîzasyonê yên li taxa Ofîsê hatibû raxistin. Lê piştî vê ava qirêj ya vê taxê û taxên din li navîna taxê derbas dibe û bi awayekî servekirî tê herikandin.
Şêniyên taxê bertekên tund nîşan dan û diyar kirin ku zirarek cidî li ser tenduristiya wan dikin û got ava qirêj ya sê taxan ev du sale li çûna çala Foseptîk li navîna taxê berbi çem ve diherike.
Şêniyên taxê destnîşan kirin ku bi dehan carî bi şaredarê AKP’î Beşîr Ayanoglu re hevdîtin kirine û got ji ber ku taxa Ofisê ji AKP’ê re deng dernexistiye, AKP wan ceza dike.
JI AKP BO TAXÊ CEZA
Melul Çerî (50) destnîşan kir ku bi Şaredarê AKP’î Beşîr Ayanoglu re hevdîtin pêk aniye û gotiye dê çareser bike lê ligel ku soz daye jî tu xebat nemeşandiye û wiha got: “Me dengê xwe bi îradeya xwe bikaranî. Tercîha me ne AKP bû. Niha jî AKP me ceza dike.
ÇOPA TAXÊ NAYÊ BERHEVKIRIN, RÊ NAYÊN ÇÊKIRIN
Halîl Ete yê 45 salî bi lêv kir ku li taxê nêzî 400 malbatî dijîn û got: “Ne tenê pirsgirêka kanalîzasyonê, kopa me jî berhev nakin. Li taxa me tenê riyek jî nehatiye çêkirin. 35 sal berê çawa bû niha jî wisa ye. Pirsgirêka ava me jî nehatiye çareserkirin.
Nofa Çerî yê 60 salî anî ziman ku zivistanê ev der hemû dibe ax û got ew ne mecburin dengên xwe bidin AKP’ê û wiha pêde çû: “Ev rewşa em xistinê, ne rewşe. Taxa me di bin bîhnê de ye. Hun jî rewşa me dibînin. Zarokên me li wir bi lîstikan dilîzin. Tenduristiya zarokên me di bin gefan de ne.
XWEZÎ EM LI SERÊ ÇIYAN BIJIYAN
Şerîf Çerî ku 70 saliye bertek nîşanê bûyerê da û got: “Xwezî em li serê çiyê bijiyana, li vê taxa rezîl nemane. Em jî welatiyên vî welatî ne. Ev rewşa ji bo me rewa hatiye dîtin, ne mirovahiye. Bila şareser bê vê rewşê bibîne. Ji ber bîhnê em nekarin bi şev razin.
Em wek welatiyan nayê dîtin. AKP û şaredariyên AKP’ê me wek dijmin dibîne. Bila ev tiştên ku AKP bi me dide jiyîn her kes bibîne. Ji ber ku me dengên xwe neda AKP’ê me ceza dike. Em dê serî li dijî vê zîhniyetê netewînin. Emê dengên xwe bi îradeya xwe ya azad bikarbînin.”