Ji rojnamevan Karakoç peyama spasiyê

Rojnamevan Serdar Karakoç ku li ser daxwaza îadeyê ya Elmanyayê hate binçavkirin û piştre bi şert hate berdan, spasiya her kesî kir ku piştgirî dan çapemeniya azad û bal kişand ser girîngiya têkoşîna li dijî zextê.

ÊRIŞÊN LI SER ÇAPEMENIYA AZAD

Rojnamevan Serdar Karakoç ku 23'ê Gulanê ji aliyê polîsên Hollandayê ve li ser daxwaza îadeyê ya Elmanyayê ji mala xwe hate binçavkirin, di 14'ê Hezîranê dee bi şert hate berdan. Di dema girtîhiştina Karakoç de gelek rojnamevan, siyasetmedar û parêzvanên mafên mirovan ji bo şermezarkirina zextên li ser çapemeniya azad belavok belav kiribûn.

Karakoç piştî berdana bi şert daxuyaniyek da û got, "Beriya her tiştî ez spasiya hevalên min ên kar, kedkarên çapemeniya azad, hempîşeyên min, saziyên dost, demokrat û kesayetan dikim ku di dema girtinê de piştgirî dan min, peyamên piştgiriyê weşandin.

Êrişên li ser çapemeniya azad ji salên 1990'î û vir ve weke parçeyek ji jiyana me ya têkoşînê dewam kir. Li Ewropayê jî dema dawiyê bi polîtîkayên ku dewama zextên dewleta Tirk e êriş li saziyên çapemeniya azad tê kirin. Gelê me, dostên me armanc û hêzên van operasyonan nas dikin, baş zanin bê çiqasî dijminê têkoşîna azadiyê ya gelên mezlûm in.

Li dijî van hêzan û êrişan em ê çavkaniya jiyana xwe ya bi armanca azadiyê, çalakiya xwe ya ku herî baş em pê zanin, yanî em ê berxwedana xwe li her qadê; li hundir û derve dewam bikin. Em ê her tim li pey armanca xwe ya demokrasî, aştî û azadiyê bin.

Bang li gelê me, dostên gelê me û hêzên demokrat şoreşger dikim ku li dijî êrişên li ser Çapemeniya Azad têkoşînê mezin bikin. Careke din spasiya her kesî dikim ku piştevanî kirin."

Doza îadeyê ya Karakoç wê di 24'ê Tîrmehê de pêk were. Karakoç heta roja îmzeyê heftane îmzeyê diavêje.