Ji rewşenbîran banga "Konferansa Aştî û Demokrasiyê"
Ji rewşenbîran banga "Konferansa Aştî û Demokrasiyê"
Ji rewşenbîran banga "Konferansa Aştî û Demokrasiyê"
Rewşenbîrên di nav de Yaşar Kemal, Rakel, Dînk û Gencay Gursoy jî hene bi daxuyaniyeke nivîskî bang kirin, ku li ser pêşeroja Tirkiyê "Konferansa Aştî û Demokrasiyê" bê organîzkirin.
Yaşar Kemal, Tarik Ziya Ekîncî, Vedat Turkalî, Orhan Pamûk, Mûrathan Mûngan, Rakel Dînk, Prof. Dr. Yakin Erturk, Prof. Dr.Îonna Kuçuradi, Prof. Dr. Gençay Gursoy, Arîf Sag û Prof. Dr. Şebnem Korûr Fîncanci bi daxuyaniyeke hevpar a nivîskî diyar kir, ku li ser diyarkirina pêşeroja Tirkiyê pêwistî bi "Konferansa Aştî û Demokrasiyê" heye.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku Tirkiye di pêvajoyeke dîrokî re derbas dibe û bal hat kişandin ser girîngiya avakirina jiyaneke bi rengê siyaseta demokratîk a xwe dispêre mafên mirovan, wekhevî û azadîperest. Di daxuyaniyê de hat gotin, ku pirsgirêka dîrokî ya Tirkiyê kêmasiya demokrasiyê û encamên neyînî yên ji be vê kêmasiyê rû didin e û ev xal hat destnîşankirin: "Di dîroka me ya dema nêz de, rewşa ku me bi pirsgirêka Kurd jiyan careke din raxist ber çavan ku pêwistiya me bi aştî û demokrasiyeke bi lezgîn heye. Ji bo çareseriyeke demokratîk a xwe dispêre mafên mirovan û aştiyê, girîng e ji maf û huqûqa her gelî, her bawerî û her çandî re rêz bê girtin."
Rewşenbîran dan xuyakirin, ku divê destûra bingehîn hemû çand, nasname, ziman, bawerî û cihêrengiya zayendî ewle bike û xwedî pîvanên gerdûnî yên bingeha xwe ji demokrasî û mafên mirovan digire, be. Di daxuyaniyê de hat xwestin, ku qanûn û pergala darizandinê, li gorî pîvanên mafên mirovan û huqûqa demokratîk be û bi vê têgihtinê werin bicihanîn.
Di daxuyaniya hevpar de bal hat kişandin ser zexta civakî ya di vê çarçoveyê de û hat destnîşankirin, ku eger helwesteke bi vî rengî ya xurt bê nîşandan, wê asta demokratîkbûyînê ya tê xwestin, bi dest bikeve.
Di daxuyaniyê de, der heqê konferansê de weha hat gotin; "Ji bo em li ser pêşeroja xwe ya hevpar biaxivin, "Konferansa Aştî û Demokrasiyê" pêwistî û berpirsyariyeke dîrokî ye. Em bang dikin ku tavilê konferansek bi vî rengî were lidarxistin. Tevlêbûna vê pêvajoyê, wê bibe gava yekemîn ji bo avakirina jiyaneke azad û demokratîk. Rêya me hemûyan vekirî be."