‘Ji Ozgur Ulke heta Yenî Yaşamê em li vir in’

Xebatkarên Çapemeniya Azad di salvegera 26’an a bombekirina Rojnameya Ozgur Ulkeyê de rojnamevan Ersîn Yildiz bibîr anî û peyama ‘Em li vir in, çi berdê bê xwestin û em bidin jî, em dev ji rastî nivîsînê bernadin’ dan.

Rojnameya Yanî Yaşamê, di salvegera 26’emîn a bombekrina Ozgur Ulke de, li ber avahiya berê ya rojnameyê ya li Kadirgayê daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de xebatkarê rojnameyê Ersîn Yildiz ê di bûyerê de jiyana xwe ji dest da bû hat bibîranîn. Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Huda Kaya, Endamê MYK’ê Ferhat Encu, Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn, Hevseroka HDP’ê ya Stenbolê Elîf Bûlût û gelek rojnameger bedarî bîranînê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Çapemeniya Azad wê neyê bêdeng kirin” hat vekirin û dowîzên “Ev agir wê we jî bişewitîne” hat hilbirtin.

Ji nûçegihanên Rojnameya Ozgur Ulke Zekîne Turkerî di bîranê de axivî û wiha got: “Li vê derê, me di encama bombekirinê de hevalê xwe Ersîn winda kir û gelek hevalên me birîndar bûn. Fermana vê êrîşê Tansû Çîller da. Armanc ew bû ku zirarê bidin me. Lê nekarin bigihin vê armancê. Îro ev rojname dîsa heye û şopdarên wê rêya xwe dewam dikin. Dema ku me got ev agir wê we jî bişewitîne, me xwest em balê bikişînin ser vê rastiyê. Heya ku pirsgirêka Kurd bi rêyên aştiyane neyin çareser kirin, wê hemû kes ji vê yekê zirarê bibîne. Her tim hêviya me Kurdan heye. Emê têkoşîna xwe dewam bikin.”

Piştre Gerînendeyê Giştî yê Rojnaneya Yenî Yaşamê Mehmet Ferhat Çelîk, daxuyaniya çapemeniyê xwend û diyar kir ku berî 26 salan ew dîsa li vê derê bûn. Çelîk, anî ziman ku ew avahiya me ya dişibiya qaqlîbazên sipî, hilweşandin û wiha axivî: “Li ber wê avahiya me ya hilweşandin, hêrs û êş hebû. Gelek hevalên em ji wê komkujiyê bi birîndarî rizgar bûn. Lê me hevalê xwe Ersîn Yildiz winda kir. Em niha behsa 3’yê Kanûna 1994’an dikin. Bi fermana Tansû Çîller, avahiyên Ozgur Ulke yên li Enqere û Stenbolê di heman kêliyê de hatin bombeklirin. Di serî de APê Mûsa, bi dehan rojnameger û belavkarên weke hedef hatin nîşandan û êşkence lê hatin kirin. Lê em baş dizanîn ku çima êrîşî me dikirin û em bombebaran dikirin. Ji ber vê li ser zimanê me tenê gotinek hebû. Ev rojname wê sibe derkeve! Derket jî! Rojek piştî teqînê, me bi piştgiriya dost û hevalên xwe, rojnameya xwe bi manşeta ‘Ev agir wê we jî bişewitîne’ derxist.”

Çelîk, destnîşan kir ku îro bi ser teqînê re çaryek sedsal derbas bû û wiha pêde çû: “Dîroknas wê di pêşerojê de, vê dîrokê weke dîrokek bixwîn binivîsin. Di 26 salên derbasbûyî de, ligel qetlîman û teqînin jî berxwedanek mezin jî hat birêve birin. Me 3’yê Kanûnê tu carî ji bîr nekir û em tu carî ji wê avahiya hat hilweşandin ne tirsiyan. Berevajî em ezîm û cesareta xwe mezintir kir. Ligel hemû zextan jî dîsa em li gel hev in. Vaye em li vê derê ne. Dema ku Kemal qetil kirin em li qada Newrozê bûn û dema zarok hatin bombebarankirin em li Roboskî bûn. Li ku derî rastî tê vaşartin em li wê derê ne. Ji bo ku em rastiyan derbixin holê her tim me karê xwe kir. Em bedela vê yekê da û em hîna jî didin. Em bi berxwedana xwe bên bibîranîn û ewê jî bi cînahetan bên bibîranîn. Em carek din şehîdên xwe yên çapemeniya azad silav dikin û bi rêzdarî wan bibîr tînin.”

Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn jî, axaftinek kurt kir û wiha got: “Wê demê ez parêzerê rojnamê bûm. Li ser vê erdnîgariyê, biryarên mafên mirovan ên li dijî mûxalîfan, di daîreyên harp ên taybet de, tên girtin. Rêxistinên wan ên tetîkêş van êrîşan pêk tînin. Li vî welatî, sûcê herî mezin ê ocaxên ulkucune. Mijara bombekrian Ozgur Ulke îro hûn dikarin di pirtûkan de bibînin. Ev biryar bû û bi cih anîn. Naxwazin pirsgirêka Kurd çareser bikin. Dibêjin ‘ji çiyê werin xwarê û siyasetê bikin.’ Lê va ye em dibînin îro hemû siyasetmedarên Kurd ên sivîl di girtîgehan dene. Pêşiya siyaseta sivîl girtin, pêşiya şer vekirine.”

Piştî daxuyaniyê, girseyê qerenfîl danên ber avahiya rojnameyê ya hatibû bombekirin û rojnameger Ersîn Yildiz bibîr anîn.

Rojnameger ji bo ku gora Ersîn Yildiz ziyaret bikin ji qadê veqetiyan û berê xwe dan Yeşilpinar.