Ji NY û Bankaya Cîhanê bo penaberên Sûriyeyê bang
Ji NY û Bankaya Cîhanê bo penaberên Sûriyeyê bang
Ji NY û Bankaya Cîhanê bo penaberên Sûriyeyê bang
Sekreterê Giştî yê NY’ê Ban Kî-moon û serokê Bankaya Cîhanên Jîm Yong Kîm da zanîn ku bi krîza Sûriyeyê re pirsgirêka penaberan derketiye holê û ji bo vê banga ‘alîkariya lezgîn’ kir.
Hejmara penaberên ji Sûriyeyê direvin gihişt 3 mîlyonan. Bi hatin zivistanê re şertên zor û zehmet li bende penaberane. Penaberên hatin Tirkiye, Urdun û Lubnanê li kon bajaran bi alîkariya saziyên navnetewî dijîn. Rêxistinên alîkariya mirovahiyê hişyar kirin ku hejmara penaberan her diçe zêde dibe û got fon têrî wan nake.
Li Navenda Giştî ya NY’ê Ban Kî-moon û Jîm Yong Kîm daxuyaniyek dan çapemeniyê û diyar kirin ku NY û Bankaya Cîhanê, mijara penaberên Sûriyeyê yên li Lubnan, Urdun û Tirkiyeyê bi cih bûne ji nêz ve dişopîne.
Kîm diyar kir ku ji bo krîza penaberan kêmtir bikin, Bankaya Cîhanê bi welatekî donor re amadeya bixebite. Kîm got bi taybet ji bo penaberên Lubnanê ji bo hewcedariyên wan yên tenduristiyê seferber bûne.
Kî-moon jî got li Lubnanê nêzî 800 hezar penaberî hatine bicihkirin û got heta dawiya salê dê ev hejmar bibe mîlyonek.