Ji KNK’ê bo Cejna Êzî peyama pîrozbahiyê

Ji KNK’ê bo Cejna Êzî peyama pîrozbahiyê

KNK’ê bi boneya Cejna Êzî ya baweriya civaka Êzidî peyameke weşand û ev cejn pîroz kir. KNK’ê bal kişand ser rola cejnên bi vî rengî yên ji aşitî û biratiya di navbera gel û baweriyan de û ev bang kir: “bang li tevahiya kurdên cîhanê, sazî û partiyên siyasî yên çar parçeyên Kurdistanê dikin ku, di vê pêvajoya dîrokî û giring de, ji bo yekîtiya neteweyî bi dilsozî tevbigerin.

Serokatiya Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi boneya Cejna Êzî peyameke weşand. KNK ku got: “Îro Cejna Êzî ye û em bi vê munasebetê, cejna dîrokî û qedîm, li civaka Êzdî û tevahiya gelê kurd pîroz dikin”, ev peyam da:

“Baş tê zanîn ku, wateya cejnan, di hemû bawerî û di nava tevahiya civakan de xwedî wateyek giring in. Di aliyê dîrokî, civakî û jiyana bi rûmet û aştî de roleke erênî lîstine û dilîzin. Cejna Êzî jî, di heman wateyê de di pêkhatina yekîtiya gelên herêmê de xwedî roleke dîrokî ye. Cejna Êzdî xwedî kevneşopiyek dîrokî, çandî û civakî ya gelê kurd e.”

KNK’ê diyar kir ku di vê qonaxê de, pîrozkirina cejnan jî ji her demê bêhtir xwedî rol û misyon e û wiha got: “Herêma me, di nava tevgerek metirsînî de diheje. Gelê Kurd jî di vê qonaxê de, rol û misyonek aştîxwazî û demokratîk girtiye ser milên xwe. Civaka Êzdî jî, bi parastina nirx û pîroziyên xwe, di vê rol û misyona dîrokî dilîze. Li hemberî lîstik û kiryarên gemarî berxwedan kir û di têkoşîna azadiya kurd de, bi dilsozî cihê xwe girt.”

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê diyar kir ku ev jî dide xuyakirin ku gelê kurd bi giştî, ji her enî, her civak û her baweriyê şiyar bûye û li hemberî lîstik û planên kirêt yên dijminên degirkerên Kurdistanê dijberiya xwe nîşan didin û got: “Em bi hêsanî dikarin bêjin ku, 30 salên derbasbûyî, di dîroka gelê kurd û dahatuya gelê kurd de bûne bingeh û riya serkeftin û gihiştina azadiyê.”

KNK’ê careke din Cejna Êzî pîroz kir û ev bang kir: “Em car din bang li tevahiya kurdên cîhanê, sazî û partiyên siyasî yên çar parçeyên Kurdistanê dikin ku, di vê pêvajoya dîrokî û giring de, ji bo yekîtiya neteweyî bi dilsozî tevbigerin.

Bi vê mebestê em Cejna Êzdî, car din li civaka Êzdî û tevahiya gelê kurd pîroz dikin û hêvî dikin ku cejna qedîm ya gelê kurd bibe bingeha yekîtiya neteweyî û paşerojên azad.”