Ji KCD-E banga Farqînê

Hevserokatiya KCD-E der barê terora dewletê ya navçeya Farqînê ya Amedê daxuyaniyek nivîskî weşand.

KCD-E li hemberî polîtîkayên komkujer ên AKP’ê banga bilindkirina têkoşînê kir. KCD-E banga piştgiriya berxwedana Farqînê li gelê Ewropa kir.

Hevserokatiya KCD-E der barê terora dewletê ya navçeya Farqînê ya Amedê daxuyaniyek nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de ku hat gotin, “Faşîzma AKP’ê qetilkirina gelê Kurd didomîne”, bal kişand ser konsepta şer. KCD-E bal kişand ser van xisûsan.

‘AKP QETIL DIKE GEL BERXWEDANA DÎROKÎ NÎŞAN DIDE’

“Faşîzma AKP’ê di serî de gelê Kurd, hesabên bê çawa dikare tevahî muxalîfan bitepisîne û teslîm bigire dike, di hilbijartinên 1’ê Mijdarê de tevî ewqas zext, hîle û diziyan jî hêza wê têrê nekir ku HDP’ê di bin bendê bihêle. Bi taybet li cihê xweseriyên xwe îlankirî nêzî ji sedî 90’î deng girt û îrade hatin beyankirin. Kurdistan li hemberî giştî komkujiyên faşîzma AKP’ê jî teslîm nebû, her wiha bi operasyonên qedexeya kolanan û înfazên faşîzma AKP’ê re rû bi rû ne. Herî dawî navçeya Farqînê ya Amedê ev 8 roj in di bin dorpêça terora dewletê de ye. Tevî elektrîk û ava wê jî hatiye qutkirin, gelê Farqînê bi berxwedanek dîrokî li ser piyan e.”

'YEKANE ÇARE BERXWEDAN LI HER DERÊ BELAVKIRIN E'

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku xwerêveberî mafê demokratîk û herî mirovî yê gelê Kurd e û wiha berdewam kir: “Li hember vê beyana îradeyê, ev êrîşên ewqasî hov tê wateya di înkar, îmha û dagirkeriyê de israr. Yekane çare ya li hemberî operasyona topyekûn a îmha û înkarê ya ku hikûmeta AKP’e ya faşîst, TC ya mêtinger dimeşîne, berxwedan li her derê belavkirin û mezinkirin e.”

'LI HEMBER AKP’Ê EM ÇALAKIYÊN XWE MEZINTIR BIKIN'

Hevseroktiya KCD-E bang li gelên Kurd ên Ewropa û dostên wan kir û wiha got:

“Gelê me yê Ewropa çawa duh ji ber komkujiyên Şengal, Kobanê, Cizîr, Amed û Enqereyê rabûn ser piyan, îro jî di serî de Farqîn, Cizîr û Nisêbîn ji bo tevahî xwerêveberiyên Bakurê Kurdistanê û li hember faşîzma AKP’ê li vê berxwedanê xwedîderketin berpirsiyartiyek dîrokî ye. Li Ewropayê di serî de pêkhateyên KCD-E, sazî û dezgehên wê tevahî hêzên alîgirên demokrasî û azadiyê, em banga teşhirkirina faşîzma AKP’ê û bilindkirina çalakiyên demokratîk dikin.”