Ji Însiyatîfa Gel a Kurdistanê banga bilindkirina serhildanê
Ji Însiyatîfa Gel a Kurdistanê banga bilindkirina serhildanê
Ji Însiyatîfa Gel a Kurdistanê banga bilindkirina serhildanê
Însiyatîfa Gel a Kurdistanê, bang li gelê Kurd kir ku li dijî dîwarê şermê yê ku rejîma AKP’ê di navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê de lêdike, çalakiyên xwe bilind bikin û li Nisêbînê banga hevdîtinê kir. Însiyatîfê xwest ku çalakî li 7’ê Mijdarê de bigihêjin ‘asta serhildanan’.
Însiyatîfa Gel a Kurdisanê der barê lêkirina dîwarên şermê de daxuyaniyek da û hate gotin ku, di 24’ê tebaxa 1923’an de erdnîgariya Kurd ji aliyê hêzên hegomonîk û dewletên netewperest yên hevkar ên herêmê ve bi peymana Lozanê li parçeyan hatiye veqetandin û bi operasyonên mêtînger û talanê parçe kiriye.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku zîhniyeta yekane ya dewlet netewê li her çar parçeyên Kurdistanê pêkanînên qirkirin û asîmîlasyonê meşandiye. Însiyatîfê wiha got: “ tecawiz, taciz, îşkence, asîmîlasyon û qirkirin bûyera rastiya vî welatî. Bi erdnîgariyê netewa kurd jî bi polîtÎkayên înkar û îmhayê aniye asta tunekirin. Beriya tevgera Apocî, behsa rastiya kurd-kursitanê bibû sedema mirinê.
Di roja me ya îro de bi pêşengiya Rêber Apo û têkoşîna azadiya kurd, li hemû Kurdistanê şoreşeke mezin a pir alî pêk hat. Li jî înkar û Îmhayê têkoşîna azadiyê ji bo hemû gelên cîhanê bû hêvî. Li her çar paçeyên Kurdistanê bi polîtîka-stratejiyên parastinê yên fedayî û fikr û ramanên Rêber Apo, peymana Lozanê hukmê xwe wenda dike. Êdî peyman Lozanê hatiye hilweşandin û bandora xwe wenda kiriye.
Alîgirên Lozanê ji ber ku ev fêm kirine, çeteyên girêdayê El Qaîdeyê bi ser gelê Rojava de dibe.
Dewleta TC ku bi Plana Şark Islahatê û asîmîlayonê pêşengiyê dike, di roja me ya îro de, bi pêşengiya lîderên Ergenekonê Erdogan û Gulen hewl tê dayîn ku bê temam kirin. Yên ku li Rojava êrîşê gel dikin, hikûmeta AKP’ê ye. Îro lêkirina dîwarên di navbera Rojava û Bakur de wateya wan heye. Em jî, tê xwestin ku gelê Kurd bi înkar û îmhayê bê mêtînger kirin. Dixwazin bi qirkirinê Kurdan tune bikin.
Hewl tê dayîn ku li Kurdistanê pêşî li Înşakirina netew demokratîkbûnê bigirin , pêşî li rêxistina jiyana azad û rizgariya mezin bigirin.
Dewleta faşîst ya AKP’ê di navbera Qamişlo-Nisêbîn, Efrîn, Serêkaniyê, Dirbêsiyê dîwaran lêdike. Ev dîwarên pêkanînên mêtînger, asîmîlasyon û qirkirinê ne. Hewl didin Bakur bi giştî ji Rojava qut bikin.”
Înstîyatîfê da zanîn ku ‘Di 7’ê mijdarê de li dijî dîwarê şermê yê ji bo dijminahiya kurdan hatiye lêkirin, hilweşînin’ divê hemû Kurdistanê li Nisêbînê bicivin û got: “Em van dîwar û têlên di navbera me de tên lêkirin, bi îrade û têkoşîna xwe dikarin bişikînin. Hemû gelê me bi serhildanên xwe dê desturê nedin van dîwaran.
Em bang li hemû gelê xwe dikin ku çalakiya bi pêşengiya şaredara Nisêbînê Ayşe Gokkan hatiye destpêkirin, bilind bikin û di 7’ê mijdarê de çalakiyan bigihînin serhidlanan.”