Ji hunermendê NÇM'ê Veysî Ermîş hate destgîrkirin

Ji hunermendê NÇM'ê Veysî Ermîş berê sibehê hate destgîrkirin.

Piştî destgîrkirina wekîlên HDP'ê, şaredaran û endamên Lijneya Rêveberiya Navendî ya HDP'ê vê carê jî ji hunermendên Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) Veysî Ermîş hate destgîrkirin. 

Diyar bû berê sibehê kesên ku ji xwe re gotine polîsên sivîl in bi ser mala hunermend Veysî Ermîş a li Sultanbeylî ya Stenbolê de girtine û Ermîş destgîr kirine.

Li gorî agahiyên ku ji malbatê hatine standin heta niha nayê zanîn bê ka Ermîş li kûderê tê girtin.