Ji HDP'ê daxuyaniya Efrînê: Hewldana dagirkeriyê nayê qebûlkirin

Hevseroka HDP'ê Serpîl Kemalbay bi zimanekî tund nerazîbûn nîşanî hewldana dagirkeriyê û êrîşa bi balafirên şer a dewleta Tirk da.

HDP'ê nerazîbûn nîşanî êrîşa balafirên şer a li dijî Efrînê da û ev êrîşkariya dewleta Tirk weke "hewldana dagirkirinê" bi nav kir.

Daxuyanî bi îmzeya Hevseroka Giştî ya HDP'ê Serpîl Kemalbay hate weşandin û wiha hate gotin:

"Di dîroka desthilatdarên serdest de timî bi vî rengî bûye. Her şer û komujî bi sembolên aştiyê hatine binavkirin. Bi gotina 'Ji Efrînê êrîş li dijî Tirkiyeyê tê kirin' dereweke vekirî tê kirin û bi vê derewê hewldana dagirkeriyê hatiye destpêkirin. Bi gotina 'êrîşa terorîst heye' derewan li gelên Tirkiyeyê dikin. Ji Efrînê bixuşkek jî ber bi Tirkiyeyê ve nehatiye avêtin.

Ev êrîş wê nanê gelan biçûk bike. Wê zarokên xizanan tevlî vî şerî werin kirin. Ev êrîş ji bo tinekirina daxwazên azadiyê yên gelê Kurd e. Ev hewldana êrîşê ya rejîma Erdogan nayê qebûlkirin."