"Ji girtiyên nexweş tol tê hilanîn"

"Ji girtiyên nexweş tol tê hilanîn"

Murşît Aslan di sala 1991’an de di bin çavan de êşkence dît û di encamê de ji pişta xwe ber jêrê felç bû. Piştî 10 salên girtî, di sala 2001’ê de hat berdan. Di 7’ê Îlona sala 2010’an de bi sûcdariya "Endametiya rêxistinê" hat girtin. Birayê Aslan Mehdî Aslan da xuyakirin, ku ti pêwistiya birayê wî bicih nayê anîn û got, "Girtiyên nexweş bi mejiyê tolhildanê, davêjin ber mirinê."

Li gorî danêyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), li girtîgehan di rewşa heyî de 122 jê xeter, 108 jê pêwistî bi tedawiya lezgîn, 230 jê giran gi biştî 411 girtiyên nexweş hene. Ji van girtiyan divê 230 tavilê werin berdan û 181 jê jî bi lezgînî werin dermankirin. Lê belê ÎHD dibêje hejmara rastî ya girtiyên nexweş ên pêdiviya wan bi dermankirina lezgîn hene, zêdetir û ji bo diyarkirina rewşa wan ji Wezareta Edaletê xwest lêkolînan bike.

Tevî ku girtiyê nexweş ê 41 salî Îrfan Eskîbag li girtîgehê jiyana xwe ji dest dan, serokkomarî, hukûmet û wezareta edaletê hînê guh nadin hişyariyên ÎHD’ê yên der barê mijarê de.

Yek ji girtiyên nexweş ên rewşa wan girane, Murşît Aslan e. Murşît Aslan ê niha li girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê tê ragirtin, di sala 1991’ê de gava hat girtin ji ber birîn û êşkenceya di bin çavan de, ji pişta xwe û jêrê ve felçe. Di 10 salên xwe yên girtî de ti pêdiviyên wî bicih nehatin anîn û di sala 2001’ê de ji aliyê Serokkomar Ahmet Necdet Sezer ve hat berdan. Murşît Aslan di 7’ê Îlona sala 2010’an de bi sûcdariya "endametiya rêxistinê" careke din hat girtin.

Birayê Aslan, endamê Meclîsa Partiyê ya BDP’ê Mehdî Aslan der heqê rewşa tenduristiya birayê xwe de agahî da ajansa me ANF’ê û got, "Ev demeke em di pêvajoya çareseriyê dene. Ya ku divê hîn bêitr hesas nêz bibe, hukûmet bi xwe ye."

"BIRAYÊ MIN JI BER ÊŞKENCÊ FELÇ BÛ"

Mehdî Aslan diyar kir, ku birayê wî Murşît Aslan gava di sala 1991’ê de hat girtin, ji ber birîn û êşkenceyen di bin çavan de dît, felç ma û got, "Piştî 10 salan di girtîgehê de ma, ji aliyê Serokkomar Ahmet Necdet Sezer ve di sala 2001’ê de aht berdan."

Aslan da xuyakirin, ku birayê wî niha li girtîgeha tîpa E ya Mêrdînê tê ragirtin, daketiye 42 kîloyan, ji 2 saetan bêtir nikare li ser piyan lingan bisekine û ji laşê wî bi tenê serê wî saxlem e û weha peyivî; "Li gel vê rewşê, birayê min di sala 2010’an de bi sûcdariya "endametiya rêxistinê" hat girtin. Dûre 14 sal ceza lê hat birrîn. Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Dîcleyê rapor dayê ku nikare li girtîgehê bimîne, lê li gel vê raporê jî, serbest nayê berdan."

Mehdî Aslan ragihand, ku der heqê rewşa birayê xwe de bi dozgerê girtîgehê re hevdîtin pêk aniye û got, "Dozger ji birayê min re gotiye, tu tehlûkeye, dewlet ji ber vê yekê te bernade. Gelo mirovekî bêyî alîkariya hevalê xwe nikare li ser lingan bisekine û piraniya fonksiyonê bedena wî tine bûye, bi çi rengî tehlûkeye?"

Aslan bibîr xist, ku ev demeke pêvajoya çareseriyê destpêkiriye, ya herî hesas nêzî pêvajoyê bibe hukûmet e û got, "Lê ji aliyekî ve, girtî ber bi mirinê ve dibin. Em vê rewşê ti carî qebûl nakin. Divê hukûmet ji bo serbestberdana girtiyên nexweş, berpirsyariyên xwe bicih bîne. Em naxwazin ji girtîgehan darbestan derxînin. Herî dawî girtiyê nexweş Îrfan Eskîbag jiyana xwe ji dest da. Hem birayê min hem jî girtiyên din ên nexweş, bêyî jiyana xwe ji dest bidin, divê werin berdan."