Ji girtiyê nexweş Metîn Kaya re 'azadî' hat xwestin
Ji girtiyê nexweş Metîn Kaya re 'azadî' hat xwestin
Ji girtiyê nexweş Metîn Kaya re 'azadî' hat xwestin
Di çalakiya "F" ya ji aliyê ÎHD'ê de ji girtiyê nexweşê penceşêrê Metîn Karayê di Girtîgeha Tîpa E ya Êlihê de tê girtin re 'azadî' hat xwestin.
Endamên Komîsyona Girtîgehan ya Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê di 62'emîn çalakiya "F" de li ber Qada Galatasarayê hatin cem hev û ji girtiyê nexweşê penceşêrê Metîn Kara re 'Azadî' xwest. Di çalakiyê de pankarta "Em di girtîgehan de mirinan naxwazin, girtiyên nexweş bila bên berdan" hate vekirin û sloganên "Rûmeta mirovahiyê dê îşkenceyê têk bibe", "Girtiyên nexweş bila bên berdan" hatin qîrkirin. Endamê Komîsyona Girtîgeyan ya Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê Burhan Ozturk di çalakiyê de daxuyanî xwend.
Ozturk diyar kir ku, her hefteyê ji bo girtiyên nexweş çalakî lidardixin û da zanîn ku 'mafê xatirxwestinê' jî nadin girtiyan. Ozturk wiha axivî: "Dewleta ku vî mafî jî ji girtiyan re gelek dibîne, her tim wekî sê meymûnan tevdigere." Ozturk di berdewamê de mirina Îrfan Eskîbagê di Girtîgeha Sîncanê ya Tîpa F a Hejmar 2'an de jiyana xwe ji dest dabû bibîranî û wiha axivî: "Ji bo ku ev mirin bibe ya dawî, em dixwazin hemû girtiyên nexweş serbest bên berdan. Di serî de Wezareta Dadê, hemû kes berpirsyarê van mirinane."
Ozturk di axaftina xwe de rewşa Metîn Karayê nexweşê penceşêrêyê ku di Girtîgeha Tîpa E ya Êlihê de tê girtin û wiha axivî: "Kara salek beriya niha hate tehliyekirin. Lê piştî 3 mehan ji ber dozek din cardin hate girtin." Ozturk banga bavê Kara, Ehmed Kara ya wekî "Ez bang li dewletê dikim. Bila kurê min jî wekî Îrfan Eskîbagê di girtîgeha Sîncanê de jiyana xwe ji dest da, nemire. Ez dixwazim qet nebe çend roj be jî bila kurê min li mala xwe derbaz bike." ragihand.
Çalakî piştî daxuyaniyê bidawî bû.