Ji girtiyan re name û axaftina bi telefonê qedexe ye

Diyar bû ku li Girtîgeha Tîpa E ya Efyonê, piştî ku girtiyan li dijî ferzkirina ‘kincên yekreng’ biryar standin ku hevdîtinan nekin,ji bo mehekê qedexeya name û axaftina bi telefonê li ser wan hatiye danîn.

Li dijî ferzkirina kincên yekreng girtiyên Girtîgeha Tîpa E’yê ya Efyonê biryar standibûn ku hevdîtina girtî nekin. Piştî vê biryarê, girtiyên ku bi telefonê bi malbatên xwe re axivîn diyar kirin ku mehekê qedexeya nameyan û axaftina bi telefonê li ser wan hatiye danîn.

Girtiyan diyar kirin ku qedexe dibe ku ji mehekê zêdetir bidome û çi dibe bila bibe ew ê li dijî kincên yekreng li ber xwe bidin. Girtiyan diyar kirin ku demeke dirêj wê li dijî zextan li ber xwe bidin û ji malbatên xwe re gotin ku li dijî kincên yek reng ew jî helwesta xwe diyar bikin.

Her wiha diyar bû ku beriya bi çend rojan li Girtîgeha Tîpa M’yê jî qedexeya ragihandinê li ser girtiyên jin danîne. Li gorî agahiyên ku girtiyan dane malbatên xwe nahêlin ku girtî bi telefonê biaxivin, qedexeya şandina nama, faxan û hevdîtinê li ser wan danîne lê ev qedexe ji bo çend girtiyan danîne û sedema vê nedihate zanîn. Diyar bûbû ku qedexe heta 11’ê Sibatê dom bike.