Ji gelek welatan piştgiriya ji bo HDP’ê

Li gelek welatên dinyayê ji bo piştgiriya HDP’ê peyam tên weşandin. Ji Elmanyayê heta Parlementoya Ewropayê, ji Kibrisê heta Endonezyayê partiyan peyamên ji bo piştgiriya HDP’ê dan.

Partiya Sosyal Demokrat û ya Keskan a Elmanyayê, Koma Çepgir a Parlementoya Ewropayê, Partiya Demokratîk a Gelan a HDP’ê, AKEL Kibrisê ji bo piştgiriya HDP’ê peyaman weşandin.

Li ser navê Partiya Sosyal Demokrat, parlementerê federal Dîetmar Nîetan peyam weşand. Di peyamê de got ku, “Ez vê pêla destgîrkirinê ya li ser mûxalefetê şermezar dikim. Em dibînin armanca van destgîrkirinan têkbirina HDP’ê ye. Ev kesên hatine destgîrkirin bi sûcê protestoyên li dijî êrîşa li ser Kobanê tên sûcdarkirin. Van kesan li hemberî êrîşa DAÎŞ’ê û piştgiriya terorîst a Tirkiyeyê protesto li dar xistibûn. Partiya me SPD diyar dike ku ew piştgiriyê dide HDP’ê”

Partiya Keskan a Elman jî bi îmzeyan hevserokên giştî, sekreterê giştî, alîkarên hevserokên giştî û berdevka jinan nameyeke piştgiriyê weşand. Di nameyê de ev tişt hate diyarkirin: “Me bi xemgînî bihîst ku siyasetmedarên HDP’ê hatine destgîrkirin. Ev destgîrkirin diyar dike ku rejîm dixwaze dengê rexneyî qut bike. Em van zext û destgîrkirinên li ser muxalif û endamên HDP’ê bi tundî şermezar dikin û diyar dikin ku em li ba hêzên demokratîk ên li Tirkiyeyê ne.”

Çepgiriya Yekgirtî ya Ewropayê-Çepgiriya Kesk a Îskandînavyayê (GÛE/NGL), Komîteya Navendî ya Kibris AKEL’ê û Partiya Demokrtîk a Gelan a Endonezyayê (PRD) jî diyar kirin ku ew operasyonên destgîrkirinê yên li ser HDP’ê şermezar dikin û banga piştgiriya ji bo HDP’ê kirin.