Ji gelek saziyan daxuyanî hat: Em li rex Gergerlîoglû ne

13 saziyan ji bo piştgiriyê bidin Omer Farûk Gergerlîoglû yê HDP'yî ku mafê wekîltiya wî hate betalkirin daxuyaniyek dan. Ji saziyên li Kocaeliyê jî daxuyaniyek hat.

13 sazî ku di nava wan de Yekîtî Ji bo Demokrasiyê û Koma Diyalogê jî hebû, bi armanca piştgirî bidin Wekîlê Kocaeliyê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Omer Farûk Gergerlîoglû ku mafê wekîltiya wî hate betalkirin, daxuyaniyek nivîskî weşandin.

Di daxuyaniyê de, "Ev biryar bêdengkirina parlamenterê ku bi dengê xwe xîtabê wijdanan dike mafê mirovan ji her kesimî ku neheqî li wan hatiye kirin diparêze, armanc dike. Em li rex têkoşîna maf, hiqûq û demokrasî ya Omer Farûk Gergerlîoglû cih digirin û em li bendê ne ku Dadgeha Destûra Bingehîn di zûtirîn dem de serlêdanê lêkolîn bike û biryara binpêkirina maf bide.”

NAVÊ SAZIYÊN DAXUYANÎ ÎMZE KIRINÎ WIHA YE:

* .Însiyatîfa welatiyên Bodrûmê ya 2017’an.

* Însiyatîfa 78’an ya Meclîsa Enqereyê.

* Însiyatîfa Azadiya Ramanê ya Enqereyê.

* Yekîtî ji bo Demokrasiyê (DIB)

* Koma Diyalogê.

* Platforma Komeleyên Rojhilat-Başûrê Rojhilat (DGD).

* Komeleya Çavdêriyê Ji bo Mafên Wekhev (EŞHİD).

* Platforma Maf û Dadê.

* Komeleya Rojeva Mafên Mirovan.

* Komeleya Rojnamevaniya Serbixwe ya Punto 24 (P24)

* Forûma Çandî ya Tirkiye-Elmanya.

* .Însiyatîfa Hemwelatiyan.

* Komeleya Hemwelatiyê. "

JI KOCAELİYÊ PIŞTGIRÎ

Gelek saziyên sivîl û partiyên siyasî yên li Kocaeliyê bi civînek çapemeniyê ya ku li şaxa Egitim-Sen a Kocaeliyê hat li dar xistin, betalkirina wekîltiyê protesto kirin. Li salona ku daxuyanî hat dayîn pankarta "Omer Farûk Gergerlîoglû ne bi tenê ye" hat daliqandin.

Berî daxuyaniyê, Gergerlîoglû bi rêya weşana zindî beşdarî merasîmê bû.

Berdevkê Însiyatîfa Demokrasiyê ya Kocaelî Bekîr Yurdagul diyar kir ku biryar nayê qebûl kirin. Yurdagul bertek nîşanî doza girtina HDP'ê da û got, "Vîna hilbijêran tine tê hesibandin."

Saziyên ku danezan îmze kirin ev in:

 "Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Giştî (KESK) Platforma Şûbeyên Kocaelî, Sendîkaya Xanenişînan Şaxa Korfez, Sendîkaya Xanenişînan Şaxa Derince, Odeya Endezyarên Mîmar (MMO) Şaxa kocaelî, Nûnerê Odeya Endezyarên Jeolojîk yê Kocaeliyê, Odeya Bijîşkan a Kocaeliyê, Akademiya Piştevaniyê ya Kocaeliyê, Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD)) Şaxa Kocaeliyê, Komeleya Dêrsimiyan, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Rêxistina Parêzgehê ya Kocaeliyê, Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Îzmîtê, EMEP Rêxistina Parêzgehê ya Kocaeliyê, Partiya Karkerên Tirkiyê (TIP) Rêxistina Parêzgeha Stenbolê, Partiya Ji nûve Rizgarbûn ya Sosyalîst (SYKP ) Rêxistina Parêzgehê ya Kocaeliyê, Rêxistina Parêzgehê ya Kocaeliyê ya Partiya Çep, Şaxa Mala Gel ya Kocaeliyê, Komeleyên Çanda Elewiyan Şaxa Kocaeliyê, Nûnertiya Kocaeliyê ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Însiyatîfa Demokrasiyê ya Kocaeliyê, Qeraseya Kocaeliyö, Platforma Jinan a Kocaeliyê, Kolektîfa Keda Jinan, Însiyatîfa LGBTI + ya Kocaeliyê, Piştewaniya Zanîngeha Kocaeliyê.”