Ji gelek deverên cîhanê ji bo HDP'ê peyama piştgiriyê hat dayîn

Ji bo kongreya HDP'ê ya li Enqereyê pêk tê ji gelek deverên cîhanê bi taybet ji Ewropayê peyamên piştgiriyê hatin dayîn.

Ji Ewropayê heta Efrîkayê ji gelek deverên cîhanê gelek heyet beşdarî kongreya ku Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Salona Sporê ya Enqereyê pêk anî bû.

Mêvan ji aliyê Hevberdevkê Komîsyona Têkiliyên Derve ya HDP'ê Hişyar Ozsoy ve hatin nasandin.

HEVSEROK KOMA AP SOL: WE SERKEFTINEK MEZIN NÎŞAN DA

Hevserokê Koma Çep a AP û Hevserokê Partiya Çep a Elman Martîn Schirdewan ku beşdarî kongreyê bû got:

“Ez şanaz im li vir diaxivim. Em îro li vir ji dil û can hevgirtina xwe ji we re diyar dikin. Em şert û mercên we yên dijwar baş fam dikin. Bi taybetî di sala 2015 û 2018’an de bi serkeftina xwe ya di hilbijartinan de hûn bûne têkoşîneke astengkirina hikûmeta Erdogan. Serkeftina we ya mezin di hilbijartinan de nîşan dide ku hûn di nav kurdan de çiqasî bi bingeh in. Ez dibînim ku têkoşîna we di bin zexteke mezin de bi biryar pêş dikeve. Hûn li hemberî Erdogan roleke girîng dilîzin. Hewl didin partiya we bigrin. Gelek kes tên girtin. Nayê qebûlkirin ku Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag di girtîgehê de bin û her wiha ji bo Osman Kavala jî ev yek derbasdar e. Em hevgirtin û silavên xwe ji her kesî re dişînin. Em ê serî natewînin, em ê têkoşîna xwe ya ji bo azadiya bê şert û merc a van kesan bidomînin.”

SEROKÊ EFA: EM Ê JÎ LIGEL WE BI SERBIKEVIN

Seroka Tifaqa Azad a Ewropayê (EFA) Lorena Lopez de Lacalle  Hevseroka KCD'ê Leyla Guven, Hevserokên berê yên HDP'ê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş û siyasetmedarên girtî silav kir. Lacalle got:

“Em berxwedana Kobanê silav dikin. Zextên rejîma Erdogan nekarî têkoşîna we rawestîne û dê nekaribin rawestînin. Çareserî hûn in. Hûn ê li ber xwe bidin û bigihîjin serkeftinê. Em di rojên dijwar re derbas dibin, lê em van kêliyên girîng bi hev re dijîn. Tifaqên demokratîk wê xurt bibin. Di sala 2023'an de hûn ê bi ser bikevin û em ê bi we re bi ser bikevin."

KOMA DEMOKRATÎK A SOCIAL AP: HDP NEBE DEMOKRASÎ JÎ TUNE YE

Parlamenterê Koma Sosyal Demokratên AP’ê Thijs Reuten diyar kir ku ew di kongreyê de nûnertiya Parlamentoya Ewropayê dikin û got.

“Têkoşîna we ya ji bo demokrasî û mafên bingehîn bû sedema girtina endam û rêveberên we. Divê ew kes demildest bên berdan. Ji Fîgen Yuksekdag, Selahattin Demirtaş û girtiyên din re azadî. Em binpêkirinên mafên mirovan, desteserkirina jinan a bi derketina ji Peymana Stenbolê re şermezar dikin. Bê HDP li Tirkiyeyê demokrasî pêk nayê. Em dixwazin Tirkiye bibe dewleteke demokratîk, ne otokrasî. Em jî piştgiriyê didin têkoşîna we ya edalet û demokrasiyê.”

KATROUGALOS: HÛN DÊ BI SERKEVIN

Serokê Koma Çep a Yekbûyî AKPM’ê George Katrougalos li ser navê Serokê Partiya Mûxalefeta Yewnanîstanê ya Îtîfaqa Çep a Radîkal (SYRIZA) Aleksîs Çîpras kongreya HDP’ê pîroz kir û wiha got: “Em ligel we dixwazin biryarên DMME’yê di demek zûtirîn de pêk were. Em daxwaz dikin ku Demirtaş, Kavala û girtiyên din demildest serbest bên berdan. Hûn ne tenê ji bo xwe, ji bo hêzên demokratîk ên Tirkiyeyê têdikoşin. Ew difikirin ku ew ê zorê bidin we. Hûn ê ji bo xwe û ji bo me hûnê bi ser bikevin.”

PARTIYA KOMUNÎST A LUBANAN: EM Ê MIL BIDIN MILÊ HEV

Sekretera Giştî ya Partiya Komunîst a Lubnanê Hanna Ghraib: “Em tenê ne di kongreyê de ligel we ne, di heman demê de her dem piştgirî didin têkoşîna we. Bi armanca piştgiriya tevahî Bakurê Efrîkayê heta Urdunê li vir in. Yek dozê me heye ew jî  xwedî li gelên bindest û hêzên demokratîk ên li dijî emperyalîzma Emerîkayê û pergala kapîtalîst e. Em ê di vê mijarê de mil bi mil bisekinin. Me silav ji gelê Filistînê yê ku niha li dijî sîyonîzma Îsraîlî têdikoşe, anîn. Em ê bi we re bin. Li dijî kesên dixwazin HDP’ê bigrin em bi we re ne.”

SINN FEIN: EM LIGEL WE NE

Mêvanên ji Rojhilata Navîn û welatên Ewropayê ku nekarîn beşdar bibin jî ji kongreyê re peyam şandin.

Seroka Sinn Fêin a Îrlandayê Mary Lou McDonald wiha got: "Erka me ya ku bi dadwerî, dadmendiya civakî û aborî bawer dike ye ku em ji bo çareseriyên ku mirovên asayî diparêzin û standardên jiyana civakan diparêzin, parêzvaniyê bikin. Divê her tim wekhevî û azadî bibe armanc. Ez dizanim ku gelên Tirkiyeyê di bin desthilatdariya Erdogan de rastî neheqiyê tên. Ez dizanim dema ku hûn demokrasiyê diparêzin partiya we bi zilmê re rû bi rû ye. Sinn Féin bi we re ye."

BAKADÎMA: EM BI HEV RE BI HÊZ IN

Di peyama Parlamentera Yewnanîstanê Foteini Bakadima de ev tişt hat gotin : “Li ser navê DiEM û MeRA25, ez ji bo konferansê kêfxweşiyên xwe tînim ziman. Ji bo me demokrasî û zelalî ne tenê ji bo partiyan ji bo welatan jî girîng e. Bi taybetî îro ku mafên bingehîn ên mirovan her ku diçe ji bo desthilatdariya mutlaq a di rejîmên totalîter de her ku diçe zêde dibin. Di heman demê de em hemû şahidên têkoşîna we ya rojane ya tenê ya heyî ne. Lewma em bi hemû hevgirtina xwe li cem we ne. Hevalno! Weke hemû demokrat, pêşverû, enternasyonalîst erka me ye ku em bi hev re têbikoşin û ji bo nifşên pêşerojê, siberojeke baştir ava bikin. Hevgirtina navneteweyî tenê amûrek e ku dê me bigihîne armanca me. Hevalno em ê bi hev re bi ser bikevin. Hevalno, em bi hev re xurtir in.!"

PEYAM JI BAŞÛRÊ KURDISTANÊ

Tevgera Goran ji bo kongreya HDP’ê peyamek şand û got: “Em hêvîdar in ku kongreya we bibe sedema serketinê û pêkanîna aştî û aramiya ku gelên Tirkiye û Kurdistanê dixwazin. Em hêvîdar in ku kongreya we bibe alîkar ji bo çareseriya pirsgirêkên Tirkiye û Kurdistanê. Em hêvîdar in ku kongreya we bibe wesîleya berfirehkirina yekîtî û yekrêziya me û ji we hemûyan re serkeftinê dixwazin.”