Ji Fîlîpînê heta Brezîlyayê: Erdogan tola têkçûna DAÎŞ'ê hiltîne

Ji gelek welatên Ewropayê, Fîlîpînê, Fasê û Brezîlyayê peyamên ji bo piştgiriya HDP'ê hatin dayin. Partiyên çep êrişên qirkirina siyasî yên dewleta Tirk şermezar kirin.

Ji Elmanyayê Partiya Keskan, ji Yewnanistanê Syrîza, ji Fîlîpînê Partiya Girseyên Kedkar, ji Brezîlyayê Partiya Azadî û Sosyalîzmê, ji Îngilistanê Însiyatîfa Aştiyê ya Kurdistanê, ji Fasê Partiya Sosyalîst a Yekbûyî û Komeleya Jinan a Pêşverû ji bo piştgiriya bi HDP'ê re peyam weşandin.

Di peyaman hemûyan de hate ragihandin ku êriş ji bo bêdengkirina muxalefetê ye û bang hate kirin ku kes li hemberî van êrişên hikumetê bêdeng nemînin.

PARTIYA KESKAN A ELMAN: ARMANCA ERDOGAN TUNEKIRINA FIKRÊ REXNEGIRIYÊ YE

Endamên Parlamenta Federal ên Partiya Keskan a Elman Claûdîa Roth û Cem Ozdemîr daxuyaniyeke hevpar dan û diyar kirin ku êrişên tên kirin ji bo bêdengkirina muxalefeta li Tirkiyeyê û tunekirina fikrê rexnegiriyê ye.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku operasyonên destgîrkirinê nîşan didin ku Erdogan pîvana serweriya hiqûqê di kîjan astê de ji holê rakiriye û hate destnîşankirin ku ev yek hewldaneke bêhêvî û bêkêr e.

'DIVÊ HIKUMETA ELMAN NERAZÎBÛNEKE TUND NÎŞAN BIDE'

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Divê Erdogan vê bi ser nexîne, wê bi ser nexîne. Ev destgîrkirin ferz dike ku Elmanya Federal êdî vê siyaseta otokratîk a Erdogan bi tundî rexne bike, mehkûm bike û pêkanînên aborî û leşkerî êdî bixe meriyetê."

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku ew her tim piştgiriya HDP'ê dikin.

PARTIYA GIRSEYÊN KEDKAR A FÎLÎPÎNÊ: TOLA TÊKÇÛNA LI KOBANÊ HILTÎNIN

Partiya Girseyên Kedkar a Fîlîpînê (The Partîdo Lakas ng Masa -PLM) jî pêla destgîrkirina endamên HDP'ê şermezar kir û diyar kir, "Rejîma Erdogan di êrişên qirkirinê de yên li Sûriye û Iraqê alîkarî da DAÎŞ'ê û li Bakurê Sûriyeyê û Rojava li dijî Kurdan paqijiya etnîkî dike. Rejîm niha jî tola têkçûna DAÎŞ'ê ya li Kobanê hiltîne. Ev yek kampanyayeke êrişê ya li dijî HDP'ê ye ku piştgiriyê dide mafê diyarkirina çarenûsa xwe ya gelê Kurd û mafên demokratîk."

SYRÎZA: EM PIŞTGIRIYEKE XURT DIDIN HDP'Ê

Serokatiya Daîreya Karên Ewropayê û Navneteweyî ya Koalîsyona Çep a Radîkal (SYRÎZA) ya li Yewnanistanê jî ragihand ku li dijî zextên otorîter ên hikumeta Erdogan ew piştgiriyê didin welattiyên Tirkiyeyê yên pêşverû û demokratîk. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku destgîrkirina Hevşaredarê Qersê û 82 rêveber û endamên HDP'ê ji ber protestoyên Cotmeha 2014'an beşeke cuda ya binpêkirina mafên civakî û siyasî yên li Tirkiyeyê ye. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Bi navê SYRÎZA em piştgiriyeke xurt didin HDP'ê û hêzên pêşverû yên ji bo demokrasiyê li Tirkiyeyê têdikoşin."

PSOL A JI BREZÎLYAYÊ: EM BI HDP'Ê RE NE, TÊKOŞÎNA ME YEK E

Partiya Azadî û Sosyalîzmê ya Brezîlyayê (PSOL) bi daxuyaniyekê diyar kir, "Ji bo demokrasiya li Tirkiyeyê azadî ji HDP'iyan re."

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku destgîrkirina 82 endamên HDP'ê êrişeke dawî ya hikumeta Tİrk a li dijî demokrasiyê ye û hate gotin, "Bi navê PSOL'ê em ji Brezîlyayê otoîteriya rejîma Tirk şermezar dikin û dixwazin 82 kesên ji ber têkoşîna xwe ya wekhevî û demokrasiyê hatine destgîrkirin bên berdan. Em bi we re ne, têkoşîna me yek e."

ÎNSIYATÎFA AŞTIYÊ YA KURDISTANÊ: HEWLDANEKE BI RÊK Û PÊK A JI BO TUNEKIRINA MUXALEFETÊ YE

Însiyatîfa Aştiyê ya Kurdistanê jî ku navenda wê li Îngilistanê ye ragihand ku operasyona vê dawiyê ya destgîrkirina endamên HDP'ê hewldaneke bi rêk û pêk a ji bo tunekirina muxalefeta li Tirkiyeyê ye.

Di daxuyaniyê de işaret bi bêdengiya Îngilistanê û hikumetên Ewropayê ya têkildarî mijarê hate kirin, ku ev bêdengî Erdogan û hikumeta wî bêhtir wêrek dike û ev bang kir, "Vê êrişê tavilê rawestînin."

PARTIYA SOSYALÎST A YEKBÛYÎ YA FASÊ: EM BI TUNDÎ ŞERMEZAR DIKIN

Sekrtera Giştî ya partiya Sosyalîst a Yekbûyî ya Fasê Nebîl Munîp jî endam û rêveberên HDP'ê hemû silav kir, piştgiriya xwe nîşan da û operasyona girtina wan jî bi tundî şermezar kir.

KOMELEYA JINAN A PÊŞVERÛ YA FASÊ: DIVÊ ŞOREŞGER BÊN BERDAN

Seroka Komeleya Jinan a Pêşverû ya Fasê parêzer Sûat Brahmî jî êrişa li dijî HDP'ê şermezar kir û ragihand ku ew bêşert û teqez piştgiriya HDP'ê dikin. Sûat Brahmî got, "Em dixwazin şoreşgerên hatine girtin tavilê bên berdan."