Ji Farqînê dengê çekan tê
Piştî êrîşa leşkerên Tirk a li hemberî Farqînê, dengê çekan ji navçeyê tê. Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku gule li gelek malan ketine.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatin wergirtin, piştî ku danê êvarê li navçeya Amed Farqînê derketina derve hat qedexekirin, xetên ragihandinê jî hatin qutkirin û dengê çekan ji navçeyê bilind bû. Helîkopterên artêşa Tirk jî her li ser navçeyê digerin.
XETÊN TELEFON Û ÎNTERNETÊ HATIN BIRÎN
Çavkaniyên herêmî dan xuyakirin ku li Farqînê operatorên Vodafone û Turkcellê qut bûne, di înteneta mobîl de jî qutbûn heye.
Li aliyê din, hat ragihandin ku li aliyên başûr, rojhilat û rojavayê navçeyê bi dehan maşînên zirxî hatine bicihkirin.