Ji dewleta Tirk xizmeta ji bo çeteyan
Pasaporta li ser serçeteyekî DAIŞ'ê yê ji aliyê hêzên Ceyş El Siwar ve hat kuştin derket holê, nîşan da ku ev serçeteyên DAIŞ'ê di ser xaka Tirkiyeyê re derbasî nava xaka Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê bûye.
Pasaporta li ser serçeteyekî DAIŞ'ê yê ji aliyê hêzên Ceyş El Siwar ve hat kuştin derket holê, nîşan da ku ev serçeteyên DAIŞ'ê di ser xaka Tirkiyeyê re derbasî nava xaka Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê bûye.
Pasaporta li ser serçeteyekî DAIŞ'ê yê ji aliyê hêzên Ceyş El Siwar ve hat kuştin derket holê, nîşan da ku ev serçeteyên DAIŞ'ê di ser xaka Tirkiyeyê re derbasî nava xaka Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê bûye.
Di operasyona QSD'ê ya di 23'ê Kanûna 2015'an de destpê kir, bi sedan belgeyên hevkariya dewleta Tirk û çeteyên DAIŞ'ê nîşan dide, derxist holê. Bi van belgeyan re careke din piştrast bû ku dewleta Tirk di mijarên çek, cebilxane, alavên tibî, xwarin û lojîstîkê de alîkariyê dide çeteyên DAIŞ'ê.
Ev hevkariya dewleta Tirk û komên çete yên mîna DAIŞ'ê, ku ji Efrînê heta Cizîrê li gelek herêmên Rojavayê Kurdistanê bi belgeyan hatiye nîşandan, bi pasaporta li ser serçeteyekî DAIŞ'ê yê di şerê li derdora bendava Tişrînê de hat kuştin, careke din derket holê.
Li gorî vê pasaportê, ev serçeteyê DAIŞ'ê yê ji aliyê hêzên Ceyş El Siwar ve hat kuştin, roja 25'ê Hezîrana 2014'an de ji nava Tirkiyeyê derbasî Sûriye û Rojavayê Kurdistanê bûye.
Agahiyên pasaporta serçeteyê DAIŞ'ê yê ji aliyê şervanên Ceyş El Siwar ve hat kuştin, bi vî rengî ye:
Nav: Fazaîlov
Paşnav: Zamîr
Dema ji dayikbûnê: 14. 12. 1988
Pasaport: Federasyona Rûsyayê
Dema dayîna pasaportê: 11. 06. 2014
Destpêka dema derbasdar a pasaportê: 11. 06. 2014
Cihê jê hatiye: Azerbaycan (Nahçivan) - Balafirgeha Beynelxalq
Cihê ketiyê: Tirkiye - Balafirgeha Atatur a Stenbolê
Cihê çûye: Xaka Sûriye û Rojava
Tevî vê pasaportê, qerta nasnameyê ya bi hejmar ku ji endamên serçete yên DAIŞ'ê re tê dîtin, li ser vî seçeteyî hat dîtin.
LI ŞEDADÊ BELGEYÊN LI SER TÊKILIYA DEWLETA TIRK Û DAIŞ'Ê
Di pêngava 'Xezeba Xabûrê' ya li herêma Şedadê de hêzên QSD'ê gelek belgeyên li ser hevkariya çeteyan a bi dewleta Tirk re bi dest xistin.
Belgeyên ku nîşan didin komên çete yên mîna DAIŞ, El Nûsra û Ehrar El Şam di ser Tirkiyeyê re derbasî nava xaka Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê bûne, ketibûn destê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD).
Li ser çeteyên li herêmê hatin kuştin, pasaportên ji Ozbekîstan, Kazakîstan û Qûweytê hatin dîtin û li gorî van belgeyan ev çete di ser Tirkiyeyê re derbasî Sûriyeyê bûne. Li ser van pasaportan mora balafirgeha Ataturk û balafirgeha Sabîha Gokçen ên li Stenbolê hene.
DEWLETA AKP/RTE XIZMETA GERA SERBEST DIDIN ÇETEYÊN DAIŞ, EL NÛSRA Û EHRAR EL ŞAM
Li ser çeteyên hatin kuştin, vîzeyên elektronîk ên Komara Tirkiyeyê jî derketibû holê. Lê belê cihê agahiyên li ser vê blgeya vîzeya elektroknîk ku divê bên dagirtin, balkêş e ku nehatiye dagirtin.
Halbûkî li gorî qanûnên Tirkiyeyê, vîzeya elektrokîn ji bo 90 rojan dikare bê dayîn. Lewma valahiştina vî cihê dema vîzeyê nîşan dide, ku çete kengî pêwîstiyê pê dibînin hingî vî cihî dadigirin û nîşanî rayedarên Tirk didin, ku bi vî rengî çiqasî dixwazin ewqasî bi serbestî digerin.
Girîngiya vê belgeyê ew e, çeteyên xwedî e-vîze, bêyî ku sedemekê ji bo hatina Tirkiyeyê nîşan bidin, ji aliyê rayedarên Tirk yekser vîze hatiye dayîn.