Ji ciwanan pîrozbahiyên 15'ê Tebaxê
Bi wesîleya salvegera Pêngava 15'ê Tebaxê Ciwanên Azad li Vîllîers-le-Bel'ê semînerek, li Berlînê jî çalakiyek lidar xistin.
Bi wesîleya salvegera Pêngava 15'ê Tebaxê Ciwanên Azad li Vîllîers-le-Bel'ê semînerek, li Berlînê jî çalakiyek lidar xistin.
Bi wesîleya salvegera Pêngava 15'ê Tebaxê Ciwanên Azad li Vîllîers-le-Bel'ê semînerek, li Berlînê jî çalakiyek lidar xistin.
Ciwanên Azad li banliyoya Vîllîers-le-Bel a Parîsê, bi mijara 15'ê Tebaxê semînerek lidar xist.
Di semînerê de hat ragihandin ku AKP'ê têkçûna di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de qebûl nekiriye û ji ber vê yekê dest bi şerekî qirêj kiriye. Bomberdûmana çiyayên Kurdistanê, şer û operasyonên qirkirina siyasî di semînerê de hatin nirxandin.
Di semînerê de li ser 15'ê Tebaxê Cejna Vejînê û Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê nîqaş hatin kirin û hat destnîşankirin ku ruhê berxwedan û têkoşînê yê di Zîndana Amedê de destpê kir ji aliyê Mahsûm Korkmaz ve gihaştiye çiyayên Kurdistanê û ev têkoşîn 32 sal in dewam dike. Hat gotin ku divê ciwanên Kurd ên li Ewropayê dijîn, vê têkoşînê mezin bikin.
Di semînerê de her wiha xebatên ciwanan ên li Vîllîers-le-Bel jî hatin nirxandin. Semîner bi qîrîna dirûşmeyên "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.
LI BERLÎNÊ PÎROZBAHÎ
Li paytexta Elmanya Berlînê jî 15'ê Tebaxê Cejna Vejînê bi çalakiyekê hat pîrozkirin. Pîrozbahiya ji aliyê Ciwanên Azad ve hat organîzekirin, li salona Berlîn KOMEL e.V. hat lidarxistin.
Li salona pîrozbahiyê, di serî de wêneyên fermandarê efsanewî yê 15'ê Tebaxê Mahsûm Korkmaz (Egîd) wêneyên cangoriyên têkoşîna azadiyê ya Kurd û ala tevgera azadiyê hatin daliqandin. Pîrozbahî bi beşdariyeke girseyî pêk hat.
Li dû deqeyeke rêzgirtinê, ji Komîsyona Malbatên Şehîdan a NAV-DEM a Berlînê Dayê Koker peyivî. Koker anî ziman ku 15'ê Tebaxê di têkoşîna gelê Kurd de roleke diyarker lîstiye û got, "Di şexsê Mahsûm Korkmaz de em mînetdarê şehîdên xwe yên ev roj diyarî me kirine."
Di pîrozbahiyê de piştî nîşandana sînevîzyona li ser 15'ê Tebaxê, ji NAV-DEM'ê Mûharrem Aral peyivî. Aral anî ziman ku rêya şikandina înkar û tinekirinê bilindkirina rêxistinbûyîn û têkoşînê ye û got, "Fermandar Egîd û hevrêyên wî di vê mijarê de mîrateyeke mezin hiştin. Em gelek tiştan deyndarê wan e."
Nûnerê Ciwanên Azad Berlîn jî got, "Eger em îro Kurdîtiya xwe dijîn, em vê yekê deyndarê fîşeka destpêkê ya di 15'ê Tebaxê de hatiye teqandin e. Li çar parçeyên Kurdistanê ruhê 15'ê Tebaxê moral û hêvî dide gel û gerîla. Ji bo parastina van nirxan divê em rêxistinbûyîn û tempoya xwe bilind bikin. Li ser vê bingehê ciwan xwedî li 15'ê Tebaxê derdikevin."
Pîrozbahî piştî xwendina helbestan, bi qîrîna dirûşmeyên "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.