Ji Brezîlyayê destek: Em li cem gelê Kurd ê wêrek in

Partiya siyasî ya Brezîlyayê PSOL diyar kir ku li dijî êrîşên dagirker ên li ser Efrînê ew ê li cem gelê Kurd bin û got, ‘’Êrîş dişibe sûcên ku DAÎŞ’ê kirine.’’

Partiya Sosyalîzm û Azadiyê ya Brezîlyayê (PSOL) derbarê êrîşên dagirker ên dewleta Tirk ên li ser Efrînê daxuyaniyeke nivîskî da.

‘TEVGEREKE NEFRETÊ Û SÛCÊ ŞER E’

PSOL’ê di daxuyaniya xwe de got:

‘’Hêzên hewayî yên Tirk 20 û 21’ê Çile li dijî Efrînê ya bakurê Sûriyê, bi armanca tinekirina rewşa Kurdistana Sûriyê êrîş anî. Êrîşên hovane û tirsonek ne tenê Kurd, Xiristiyan, Ereb û gelên dî yên sivîl ji xwe re kirin hedef.

Ev êrîş tevgereke nefretê û sûcê şer e. Û ev êrîş dişibe sûcên ku DAÎŞ’ê kirine. Ev êrîşên li dijî welatekî ku di nav şer de ye, bêpîvan e.

Hikûmeta Tirk a bi pêşengiya Recep Tayyîp Eroganê dîktator dorpêçê li du eniyan didomîne:

Li eniya hundir ji bo rejîmeke navxwe ya zextê ava bike zextê li ser muxalîfan dike û bi girtina wan û saziyan vê dorpêçê didomîne. Li eniya derve jî bi sektorên weke El Qaîde hevkariyê dike û stratejiya valakirina qadên azad ên Kurd dide ber xwe.’’

Di daxuyaniyê de bi berdewamî hate gotin, ‘’Piştî van êrîşan li dijî van bombekirina kampanyayeke navnetewî dest pê kiriye. Divê mirov hêzên xwe bike yek û Kurdan bi hevgirtinê hembêz bike. Divê were bibîranîn ên ku bi şervanên jin ên wêrek DAÎŞ ji Kobanê derxistibûn Kurd bûn’’ û wiha hate gotin:

‘EM Ê KAMPANYAYÊ GEŞ BIKIN’

‘PSOL li rex Kurdan e û dixwaze ku bi lezginî têkiliyên dîplomatîk bi Tirkiyê re werin birîn. Kampanyaya navnetewî ku pê ev operasyona îllegal hatiye îxbarkirin divê berfirehtir bibe.

Pozîyona me teqez e û kampanyaya ‘’Êrîşa li dijî Kurdan rawestînin’ li Brezîlayayê û li hemû parzemîna Amerîkayê di nav parlamenter, partiyên pêşverû û demokrat de em ê berfireh bikin.’’