Ji bo Xelatên Nûçegihaniyê ya Mûsa Anter serlêdana dawî 15’ê Îlonê ye

Serlêdana ji bo Xelata Nûçegihaniyê ya Mûsa Anter û Şehîdê Çapemeniya Azad 15’ê Îlonê diqede.

Serlêdanên ji bo Xelatên Nûçegihaniyê yên Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniyê di 15'ê Îlonê de bi dawî dibin. Pêşbirka ku ji beşên “Nûçeyên Tirkî”, “Nûçeyên Kurdî”, “Wên (Wêneyên Nûçeyan)”, “Karîkatur” ve “Nûçeyên Jinê” pêk tê wê ji aliyê rojnameya Yenî Yaşamê ve were organîzekirin.

Serlêdanên ji bo Xelatên Nûçegihaniyê yên Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniyê ya 26’emîn di 15'ê Îlonê de bi dawî dibin. Pêşbirk ji aliyê rojnameya Yenî Yaşamê ve tê lidarxistin, serlêdan heta 15’ê îlonê ye. Pêşbirka ku ji “Nûçeyên Tirkî”, “Nûçeyên Kurdî”, “Wên (Wêneyên Nûçeyan)”, “Karîkatur” ve “Nûçegihantiya Jinê” pêk tê, dê encamên wê jî di 18’ê îlonê de bên eşkerekirin.

Şertnameya pêşbirkê ku ji aliyê rojnameya Yenî Yaşamê ve hatiye weşandin wiha ne:

ŞERTNAMEYA XELATÊN NÛÇEGİHANIYÊ YÊN ŞEHÎDÊN ÇAPEMENIYA AZAD Û MUSA ANTER A 2018'AN

Rojnameya Yenî Yaşam îsal ji bo Musa Anter û xebatkarên çapemeniya azad ên li ser kar şehîd ketin, pêşbirka “Xelatên Nûçegihaniyê yên Şehîdên Çapemeniyê û Musa Anter” a her sal tê amadekirin li dar dixe.

Zimanê pêşbirgê bi kurdî û tirkî ye.

Pêşbirk di 5 kategoriyên cuda yên ‘Nûçeyên Kurdî”, “Nûçeyên Tirkî”, "Nûçegihantiya Jinê ya Gurbetellî Ersoz" “Wêneyê Nûçeyan” û “Karîkatûr” de tê lidarxistin. 

Di her kategoriyê de tenê xelatek tê dayîn. Kesê dibe yekem xelatê digire. Ku jurî guncav bibîne dikare xebatên serkeftî bi rûmetdariyê binirxîne. 

Beşdar tenê dikare di kategoriyekê de û bi berhemekî beşdar bibe.

Ji bo her beşê xelata berhemê 5.000 TL ye.

Nirxandinên têkildarî kategoriyan li gel xebatên rasterast ji pêşbirkê re hatine şandin, wê pêşniyarên lijneyên pêşnimandinê jî liber çavan bên girtin û wisa bên kirin

Berhemên hatine şandin paş ve nayên dayîn û wê karibin di rojnameyê de werin şewandin.

Divê berhem herî dereng di 10’ê îlona 2018’an de bên şandin. Berhemên ku hêjayî xelatê bên dîtin, dê di 18'ê îlona 2018'an de bên aşkerakirin.

Pêwist e ku berhem bi rêya PTT, APS, kargo an jî bi awayek tahaûdî bêne şandin. Ji windabûna berhemên ji bilîvan rêyan, bi rêyek din hatibin şandin winda bibin, berpirsyar kesê ku berhem şandiye ye. 

ŞERTÊN TEVLIBÛNÊ 

* Hemû kesên şert û mercên di şertnameyê de hatine diyarkirin bicih bînin, dikarin tevli pêşbirkê bibin. 

* Endamên juriyê (sala di lijneya juriyê de bin) û xebatkarên rojnameya Yenî Yaşam nikarin tevli pêşbirkê bibin. Berhemên ji pêşbirkê re tên şandin wê an nehatibin weşandin û an jî piştî 10’ê îlona 2017’an hatibin weşandin. 

* Beşdar dikarin bi berhemên xwe yên di pêşbirkek din de xelat û mansiyon negirtine tevlî pêşbirkê bibin. 

* Ku derkeve holê xelatê berhemê di pêşbirkek din de mafê xelat, mansiyon û pêşandanê girtiye, wê der barê beşdar de biryara binpêkirina pîvanan bê dayîn û xelat wê bê betalkirin. Ku xelat hatibe girtin, divê beşdar xelatê paş ve bide. Ev rewş ji bo beşdarên din tu mafên nû dernaxe holê.

* Ger beşdar berhema ku aydî wî/ê nîne wekî aydî xwe nîşan bidin, hemû hewldanên xapandin û di bin bandorê de hiştina juriyê bên tespîtkirin, wê ji aliyê juriyê der barê beşdar de biryara şertên tevlibûnê binpêkiriye bê dayîn. 

* Hemû beşdar ku berhemên xwe bişînin pêşbirkê ev tê wê wateyê ku şertên tevlibûnê qebûl kirine. Kesên ku şertên tevlibûnê neynin cih, ji pêşbirkê tên derxistin.

* Ku berhem nehatibe weşandin, pêwist e ku navê berhemê, cih û dema kişandin/xêzkirina wê, ku hatibe weşandin jî, rojname, kovar, ajans, malpera înternetê, TV’a tê de hatiye weşandin, dema weşandinê û kopiyek berhemê ya ji van weşanan hatiye girtin bê şandin. 

* Beşdar divê kurtejiyan, navnîşanên ragihandinê û agahiyên der barê berhemê de wekî nivîsek bixin nav dosyayê û bi wêneyekî (1) bixin dosyaya serlêdanê.

Beşên Nûçeyên Kurdî  Nûçeyên Tirkî û Nûçeyên Jinê:

* Beşdar dikarin di qadên wekî polîtîka, aborî, ekolojî, perwerde, tenduristî, jiyan û civak, çand û huner, spor û hwd tevli pêşbirkê bibin.  Pêwist e nûçe wekî 5 (pênc) nûsheyan bê amadekirin û şandin. 

Wêne:

* Pêwist e ku bi etîketekê navê berhemê li ser quncikê jêr ê çepê yê berhemê bê nivîsandin.

* Divê berhemên ku di kategoriya wêneyê de tên şandin, ji aliyê ebatî ve wiha bin: Aliyê kin herî kêm 2000 pîksel, dahûraneriya wê 300 dpî û asta şidandina wê12 be. 

* Ku jurî pêwîstî bibîne, dikare ji beşdaran orjînala (Raw) wêneyê jî bixwaze.

* Wêneyê li ser hatiye lîstin û reseniya wê (ji bilî ronahî, reng û eyarên kontrastê) hatiye xirabkirin dê li ber çavan neyên girtin. 

Karîkatûr:

* Pêwîst e ku li ser quncikê çepê yê milê piştê yê karîkatûrê bi etîketekê navê berhemê bê nivîsandin. 

* Xêzker di bikaranîna teknîkê de serbest e. Lê divê berhem orjînal be. Bi şertê ku hunermend îmze bike (îmzeya şil) dikare berhemên dijîtal jî bişîne.  

*Pêwîst e ku ebadên karîkatûrê A4 (21x29.7cm) herî zêde A3 (29.7x42cm) bibe. Divê berhem li ser tu zemînan nehatibe zeliqandin.

LIJNEYA HILBIJARTINÊ

Nûçeyên Tirkî : Huseyîn Aykol, Candan Yildiz, Fatîh Polat, Faruk Eren, Îbrahîm Varli.

Nuçeyên Kurdî : Reşat Sorgul, Suna Tunç, Ramazan Umar, Semîha Alankuş, Mehmet Alî Ertaş.

Nûçeyên Jinê : Burcu Karakaş, Nevîn Cerav, Dîcle Muftuoglu, Derya Ceylan, Ayşe Oyman.

Wên:                             : Mustafa Seven, Abdurrahman Gok, Ozcan Yaman, Ramazan Ozturk, Nazmî Belge.

Karîkatur                    : Dogan Guzel, Îmam Cîcî, Sefer Selvî, Rewhat Arslan.

Web : yeniyasamgazetesi.com

E-Posta : [email protected]

Telefon : 0 212 252 83 99

Fax             : 0 212 252 83 90

Adres : Şehit Muhtar Mahallesi Bekar Sokak No: 7/3 Beyoğlu/İstanbul

Weşanên ji çanda Çapemeniya Azad tên ji sala 1993’yan heta niha Xelatên Nûçegihaniyê yên Şehîdên Çapemeniya Azad û Mûsa Anter didin. Xelat îsal ji hêla Rojnameya Yenî Yaşam ve tê dayîn.