Ji bo Veysî Aktaş ê ji Îmraliyê nayê berdan serlêdan hate kirin
Malbata Veysî Aktaş ku berdana wî salekê hate taloqkirin, serî li OHD û ÎHD Şaxê Amedê da û piştgiriya hiqûqî xwest.
Malbata Veysî Aktaş ku berdana wî salekê hate taloqkirin, serî li OHD û ÎHD Şaxê Amedê da û piştgiriya hiqûqî xwest.
Li Girtîgeha Girava Îmraliyê 39 meh in agahî ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û girtiyên li cem wî Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş nayê girtin. Veysî Aktaş herî dawî di 3’yê adara 2020’an de li gel malbata xwe hevdîtin pêk anîbû. Her wiha di 27’ê nîsana 2020’an de ji ber pandemiyê jî bi telefonê li gel malbata xwe axivîbû. Malbata Aktaş ji wê rojê ve agahî ji lawê xwe nagire.
Aktaş di 28’ê nîsana 2024’an de cezayê xwe yê 30 salan qedand. Berdana wî ji aliyê Desteya Îdare û Çavdêriya Girtîgehê ve ji bo salekê hat taloqkirin. Buroya Hiqûqê ya Asrinê serî li Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê da. Dadgehê di 2’yê gulanê de serlêdana buroya hiqûqê red kir. Parêzeran li ser vê yekê serî li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Bûrsayê da. Dadgehê vê serlêdanê dîsa red kir.
Xwişkên Aktaş, Sabîha Aslan û Melîha Çetîn, ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê Mazlûm DÎnç û Suzan Akîpa ji bo piştevaniya hiqûqî serî i Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ên şaxên Amedê dan.
Malbata Aktaş û parêzeran ewilî serî li OHD’ê dan. Malbata Aktaş li vir axivî û dan zanîn ku 39 meh in ew agahî ji Veysî Aktaş nagirin û xwestin hewldana hiqûqî bê kirin. Malbatê got her erdhejek li herêma Bursayê çêdibe ew dilgiran û xetere dibin. Malbatê destnîşan kir ku rewşa agahînegirtina ji Îmraliyê xetereyê dide wan û diyar kir ku li Îmraliyê hiqûq tune tê hesibandin û xwest li dijî vê bêhiqûqiyê hewldan bên kirin.
Hevserok û rêveberên Şaxa OHD’ê jî bi bîr xistin ku ew pê zanin ku li Îmraliyê bêhiqûqî tê kirin û ji bo ev rewş bi dawî bibe dê têkoşina xwe bidomînin.
Malbata Aktaş û parêzer piştre çûn serdana ÎHD’a Amedê û piştevanî ji wan xwestin. Sabîha Aslan da zanîn ku di 9 salan de wan tenê sê caran Veysî dîtiye û ev yek jî nayê qebûlkirin. Sabîha Aslan anî ziman ku di mirina bavê wê de û di erdheja Mereşê de destûr nehatiye dayîn ku li gel Veysî pêwendiyê deynin û got: “Divê niha me li kêleka hev bûna. Divê bihata berdan. Pêwîste ev bêedaletî nebe. Ev tişta kut ê kirin zilm e.”
Melîha Çetîn jî xwest dawî li bêhiqûqiya li Îmraliyê were û got: “Edalet li Tirkiyeyê nemaye. Em nikarin pirr derdê xwe jî bînin ziman. 30 sal emrek e. Ka bila ew vê bijîn. 9 sal in ji xeynî dengê avê tiştek nabihîzin. Telefon, hevdîtin tine, tiştekî din tine. Bavê me mir lê em nizanin ka bihîstiye an na.”
Serokê ÎHD’a Amedê Erdan Yilmaz jî destnîşan kir ku ji bo hevdîtin li Îmraliyê pêk were wan 4 caran serlêdan kiriye û got: “Ji bo dawî li tecrîdê were anîn, em ê têkoşîna xwe bidomînin.”