'Ji bo serketina HDP'ê em ê bi dil û can bixebitin'
Kurdistaniyên li Ewropayê gotin, ji bo serketina HDP'ê wê di hilbijartinê de bi dil û can bixebitin.
Kurdistaniyên li Ewropayê gotin, ji bo serketina HDP'ê wê di hilbijartinê de bi dil û can bixebitin.
Li bajarê Normandia yê Fransayê, li ser hilbijartinên 24'ê Hezîranê li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) civîneke gel hate lidarxistin. Civîn, piştî deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên meha Gulanê û hemû şehîdên şoreşê dest pê kir. Qisekeran bal kişandin ser girîngiya hilbijartinên 24'ê Hezîranê li dijî dijminatiya faşîzma AKP-MHP'ê ya li Kurdan. Hate destnîşankirin ku heta 12'ê Gulanê divê hemû Kurdistaniyên dengdêr qeyda xwe ya hilbijêriyê kontrol bikin.
LYON
Li bajarê Lyonê yê Fransayê, li ser hilbijartinên 24'ê Hezîranê li NCDK'ê civîn hate kirin. Parlamenterê berê yê Wanê Ozdal Uçer tevlî civînê bû û li ser hilbijartinê agahî da. Uçer destnîşan kir ku di hilbijartinê de 3 kom li ber xwe didin û diyar kir ku li dijî koma nîjadperest a Tûranî û koma neteweperestan, HDP temsîla bloka demokrasiyê dike.
MARSÎLYA
Kurdistaniyên li başûrê Fransayê dijîn, ji bo serkeitna HDP'ê tevî dostên xwe seferber bûne. Di hilbijartina dawî de HDP'ê li Marsîlyayê 4882 deng standibû û bûbû partiya yekemîn. Ji bo hilbijartinên pêşwext ên 24'ê Hezîranê jî Komîsyona Hilbijartinê ya HDP'ê ya ji 138 kesî ji bo bajarên Dragûîgnan, Marsîlya, Montpellîer, Avîgnon û derdora wê ava bû. Komîsyonê civîna xwe ya destpêkê li NCDK a Marsîlyayê pêk anî. Di civînê de hate destnîşankirin ku armanc ew e ku di vê hilbijartinê de li Marsîlyayê 7 hezar dengan bi dest bixin.
DEN HAAG
Li bajarê Den Haag ê Hollandayê li ser hilbijartinên 24'ê Hezîranê civîneke gel hate kirin. Nûnerê Civaka Îslamî ya Kurdistanê Hafiz Ahmet Tûrhalli li civînê axivî û destnîşan kir ku hilbijartin ji bo wan firsendeke girîng e, lewma divê baş bê bikaranîn. Qiseker got, "Divê em li her derê bi xurtî bixebitin û pêşî li dîktatoriyê bigirin."
RECKLINGHAUSEN
Bi pêşengiya meclîsa jinan duh li bajarê Recklinghausenê yê Elmanyayê civîna hilbijartinê hat çêkirin. Hevseroka Meclîsa Şehîd Berîvan Şengal Tekîn Arslan, ji Enstîtuya Kurdî A. Avesta Aydin û siyasetmedar Welî Roj di civînê de axivîn û bal kişandin ser girîngiya hilbijartinan a ji bo Kurdan. Qisekeran gotin, desthilatdariya faşîst a Erdogan zagonsazî, dadgerî û birêveberin kiriye bin desthilatdariya xwe û wek hêza çaremîn jî bi rêya çapemeniyê gelê xwe dixapîne.
Her wiha hate bibîrxistin ku di dema rejîma AKP'ê de destdirêjî û destavêtin li deh hezaran jin û zarokan hate kirin, siyasetmedarên Kurd hatin girtin, gelek siyasetmedar jî naçar mane derkevin derveyî welat û Kurdistan bombekirine, lê di pêşengtiya jinê de gelê Kurd serî netewandiye.
Qisekeran destnîşan kirin ku divê psîkolojiya şerê taybet ku Kurdên welatparêz û derdorên demokratîk dibêjin 'bi çûna ser sandoqan Erdogan têk naçe' were terikandin û di serî de jin tevahiya Kurd bixebitin da ku rejîma faşîst a AKP-MHPê têk here û projeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan mayînde bibe.
Ji Tevgera Jinên Kurd Binewş Gulê Amed jî bang li tevahiya jinan kir ku herin ser sindoqan, dengê xwe bidin HDP'ê û li dijî rejîma faşîst bi berpirsyariyên xwe rabin.