Ji bo Roboskiyê li Stenbol û Enqerê çalakî
Di 67 ‘emîn meha Qetlîama Roboskiyê de li Stenbol û Enqerê daxuyanî hatin dayîn.
Di 67 ‘emîn meha Qetlîama Roboskiyê de li Stenbol û Enqerê daxuyanî hatin dayîn.
Endamên Hewldana Edaletê Ji bo Roboskiyê ku her mehê ji bo 34 ciwanên Kurd ên ku di encama bomberdûmana balafirên şer ên artêşa Tirk a 28’ê Kanûna 2011’an a li Gundê Roboskiyê ya girêdayî navçeya Qilaban a Şirnexê jiyana xwe ji dest dabûn tê ba hev, di 67’emîn meha Qetlîama Roboskiyê de li Qada Sakarya kom bûn û qetlîam şermezar kirin. Di çalakiya pankarta ‘Bila kujer bên dîtin, êdî Roboskî pêk neyê!” vekirin de, endamê Hewldana Edaletê Ji bo Roboskiyê Gunduz Alp axivî got: “Tevî 2 hezar û 39 roj li ser qetlîamê re derbas bû jî hê edalet nîne.”
Alp destnîşan kir ku qetlîama Roboskiyê sûcê herî mezin ên li dijî mirovahiyê û di dîroka welat de sûcê herî mezin ê dewletê ye û wiha anî ziman: “Berpirsê qetlîama li Roboskiyê qewimî ew in, yên ku biryarên siyasî û leşkerî didin, heta ku neyên cezakirin, bi rabirûdû yê re hevrû nebin, îdaîaya hesabxwestina ji darbekaran wê neyê bawerkirin.
Alp di berdewama axaftina xwe de wiha pêde çû: “Eger ku berpiryarên qetlîama Roboskiyê bihatiba dîtin; mirinên di demê qedexeya derketina kolanan de pêk nedihatin, mirovên di kolanan de nedihatin qetilkirin, bajarên dihatin hilweşandin, qetlîamên komî, nivîskarên hatin girtin, rojnamevan, parêzvanên mafê mirovan, wê hiqûq nas nebûna. Sazî nedihatin girtin, di çarçoveya Rewşa Awarte de mafê mirovan û azadiya mirovan nedihat sînordarkirin, kar ji destê mirovan nedihat girtin. Wê ti mirov di bin panzer û wesayîtên zirxî de nehatiban qetilkirin û perçiqandin.”
Alp bibîr xist ku ji bo Roboskiyê û hemû qetlîaman heta ku edaletê pêk bînin wê têkoşînê bidomînin û got: “Li dijî şideta dewlet û desthilatdarê, ji bo Roboskî û hemû jinan edale li ser navê daxwaza edaletê, heta roja edaletê bînin, em aram narazin.”
Alp herî dawî ev tişt got: “Li ser vê xakê rêya edalet û aştiyê bi teqez û di serî de Roboskiyê re derbas dibe.”
Endamên Komîsyona Edalet û Heqîqetê ya Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê li pêşiya Lîseya Galatasarayê kom bûn daxuyaniyek da çapemeniyê. Di çalakiyê de pankarta “Êdî bes! Qetlîama Roboskiyê di sala 5’an de ne” vekirin, di daxuyaniyê de wêneyên kesên jiyana xwe ji dest dane û Tahîr Elçî hatin hildan.
Daxuyanî endamê Komîsyona Edaletê û Heqîqetê ya Şaxê ÎHD’ê ya Stenbolê Osman Ozkan ve hate dayîn. Ozkan destnîşan kir ku li Roboskiyê qetlîama ku ji aliyê balafirên artêşa Tirk ve hate kirin faîlên wan diyar in û tevî ku berpirsê qetlîamê jî diyar in, ev 67 meh in ji bo berpirs bên darezandin ti gav nehatine avêtin. Ozkan got: “Eger ku ev sûc ne li dijî mafê bingehîn ê mafê mirovî yê gerdûnî be, edalet weke daxwazekî lezgîn derdikeve pêş.” Ozkan herî dawî diyar kir ku weke parêzvanên mafê mirovan dev ji lêgerîna edalet û heqîqetê bernadin.”