Ji bo qetilkirina Garîbe Gezer biryara neşopandinê hat dayîn

Ji bo Garîbe Gezer a li Girtîgeha Tîpa F a Kandirayê di hucreya yek kesî de hat qetilkirin, biryara neşopandinê hat dayîn.

Derket holê ku di lêpirsîna der barê girtiya siyasî Garîbe Gezer a di 10’ê Kanûna 2021’an de li Girtîgeha Tîpa F a Hejmar 1 a Kandirayê di hucreya yek kesî de hat qetilkirin de biryara neşopandinê hatiye dayîn. Hevseroka Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn, parêzer Jiyan Tosûn, Jiyan Kaya û Elîf Taşdogen ên ku ji bo lêkolînkirina bûyerê gilî kirin, têkildarî lêpirsînê li Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê civîna çapemeniyê li dar xistin.

Eren Keskîn a di civînê de axaftina ewil kir, diyar kir ku giliya der barê mirina bi guman a muwekîla wan Garîbe Gezer ku bi dîmenên êşkenceyê jî hatine tesbît kirin, ji aliyê dozgeriyê ve bi biryara neşopandinê bi encam bûye.

Keskîn bi bîr xist ku beriya Gezer were qetilkirin ji ber êşkenceya zayendî ya ku li girtîgehê hatiye kirin serlêdana sûc kirine û wiha got: “Garîbe li hemû girtîgehên ku lê mabû, li dijî tevahî zextên ku li ser wê dihat ferzkirin, îtiraz dikir. Di encama van îtirazan ku darizandina wê dewam dikir, her tim bi tenê hate hiştin. Tevî ku bi berdewamî got ku ew dixwaze biçe gel hevrêya xwe Denîz jî, lê ev daxwaz nehat qebûlkirin."

ME ÊŞKENCE DÎT, LÊ DOZGER NEDÎT

Keskîn diyar kir ku projeya girtîgeha tîpa îzolasyonê projeyeke CIA'yê ye û di encama lêkolîna profesorekî ya li ser bê ka li Emerîkayê di girtîgehê de mirovek çawan dev ji xwe berdide, ketiye dewrê.

Keskîn, anî ziman ku dîmenên li ser kamerayê nîşan didin ku Garîbe Gezer rastî êşkenceyê hatiye û wiha got: “Me dît ku Garîbe çawa li erdê hatiye kaşkirin, çawa li odeya sîngerê hatiye hiştin, lê mixabin dozger nedît. Dozger bi temamî parêzer ji sîstemê derxist û bêyî ku agahî û belgeyan nîşan bide biryar da ku wan nedarizîne. Li gorî vê dewletê, kes ne berpirsyarê mirina Garîbe ye.”