Ji bo nûçegihan Akman û Alayumat daxwaza girtinê
Nûçegihanên Dîhaberê Erdogan Alayumat û Nûrî Akman bi daxwaza ku werin girtin şandin girtîgehê.
Nûçegihanên Dîhaberê Erdogan Alayumat û Nûrî Akman bi daxwaza ku werin girtin şandin girtîgehê.
Nûçegihanên Dihaberê Erdogan Alayumat û Nûrî Akman dema ku nûçeyên xeta sînorê Hatay-Dîlokê dişopandin bi hinceta ‘gumanbar’ e hatibûn binçavkirin û piştî ku 14 rojan di binçav de hiştin îfadeya wan a li dozgeriyê hate standin.
Alayumat û Akman bi hinceta ‘endamtiya rêxistinê’, ‘alîkariya bi rêxistinê’, ‘li ser navê rêxistinê xebata milîs û hevkariyê’ bi daxwaza ku werin girtin şandin Dadgeriya Ceza û Silhê.