Ji bo nexweşê kanserê Tekdal kampanya îmzeyan

Ji bo nexweşê kanserê Tekdal kampanya îmzeyan

Ji bo xwendekarê Zanîngehê Ûgûr Tekdal ê bi kanserê ye û li girtîgehê tê ragirtin, li Wanê kampanya îmzeyan hat destpêkirin.

Bi armanca serbest berdana xwendekarê zanîngeha Stenbolê Ûgûr Tekdal, Federasyona Komeleyên Xwendekaran a Demokratîk li gelemperiya Tirkiyê dest bi kampanya îmzeyan kir. Di vê çarçoveyê de bi pêşengiya Komeleya Xwendekaran a Zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê (YODER) îmze tên berhevkirin.

Dezgeha berhevkirina îmzeyan li Parka Feqiyê Teyran hat danîn, wê 3 rojan îmze werin berhevkirin û ji Wezareta Edaletê re bên şandin.

Xwendekarê Zanîngeha Stenbolê Ûgûr Tekdal, par ji ber pevçûneke li kampusê, ku ew bi xwe tevlê nebûbû, hatibû binçavkirin û dûre hatibû girtin.

Tekdal ê nexweşê kanserê ye, ev saleke li girtîgehê tê ragirtin.