Ji bo jinên li Îranê li ber xwe didin çalakiya piştevaniyê

Koma Demîr Leblebî ji bo protestokirina qetilkirina Jîna Emînî ku li Îranê ji aliyê "polîsên exlaqê" ve bi êşkenceyê hatibû qetilkirin, hatin ba hev û gotin: “Em li ber xwe didin, ji ber ku êdî jiyan bûye berxwedan bi xwe."

Koma Demîr Leblebî ku ji xwendekarên zanîngehê pêk tê, ji bo protestokirina qetilkirina Jîna Emînî ku li Îranê ji aliyê "polîsên exlaqê" ve bi êşkenceyê hatibû qetilkirin, li kolana Îstiklalê hatin ba hev. Di çalakiyê de dowîzên “Silav ji bo jinên li Îranê li ber xwe didin“ hilgirtin û porên xwe birîn.

Di çalakiyê de li ser navê xwendekaran Yasemîn Aladag axivî. Aladag diyar kir ku li her derê cîhanê jin li hemberî hişmendiya serdest a mêr li ber xwe didin û got: “Em bi birîna porê xwe silavên xwe ji jinên ku li Îranê çarikên xwe dişewitînin re dişînin. Îro li her derê û li Îranê jin li dijî mêran li ber xwe didin.“

‘EM JÎ LI DIJÎ AKP’Ê LI BER XWE DIDIN‘

Di berdewama axaftina xwe de Aladag, bal kişand li ser qetilkirina Ozgecan Arslan û windakirina Gulîstan Dokû û got: “Em jî li dijî AKP’ê li ber xwe didin. Em AKP'ê ji qetilkirina Ozgecan Arslan û windakirina Gulîstan Dokû nas dikin.“

Aladag anî ziman ku îro weke jinên zanîngehê ew bi birîna porê xwe serhildanê li hemû cîhanê mezin dikin û wiha dawî kir: “Em li ber xwe didin, ji ber ku êdî jiyan bûye berxwedan bi xwe."