GOTAR-Ji bo hilweşandina faşîzmê
Bêguman berxwedana ku HDP’ê daye destpêkirin girîng e û pêwîste bi her rengî dewam bike. Divê neyê jibîrkirin ku, siyaset valatiyê qebûl nake û berxwedana li dijî faşîzmê jî, qûtbûn û valatiyan qebûl nake.
Bêguman berxwedana ku HDP’ê daye destpêkirin girîng e û pêwîste bi her rengî dewam bike. Divê neyê jibîrkirin ku, siyaset valatiyê qebûl nake û berxwedana li dijî faşîzmê jî, qûtbûn û valatiyan qebûl nake.
Li Şengalê qirkirina Kurdên Ezîdî di salvegera xwe ya sêyemîn de ye. Faşîzma DAIŞ’ê di 3’yê Tebaxa 2014’an de bi êrîşkirina li ser Şengalê re, Kurdên Êzîdî di komkujiyê re derbas kir. Baş tê zanîn ku êrîşên faşîst û kujer yên DAIŞ’ê, bi destwerdana gerîlayên HPG û YJA-Starê hate şikandin û qirkirina Kurdên Êzîdî bi vî rengî hate astengkirin. Lewra ev sê sal in li dijî faşîzmê, di bin pêşengtiya PKK’ê de şerê herî mezin ê dîrokê tê dayîn û ji aliyê gelek derdoran ve jî di sêyemîn salvegera vî şerê mezin de encamên wê bi berfirehî têne nîqaşkirin. Diyar dibe ku lazime, em jî encamên şerê li dijî faşîzma DAIŞ, AKP û MHP’ê di gelek aliyan de binirxînin.
Bêgûman, divê em carekdin rastiya hêza bi navê DAŞÎ’ê tevdigere di lêpirsînekê de derbas bikin. Tevî ku sê sal derbasbûne û qaşo herkes li dijî wê ye, lê diyardibe ku hîna jî ev hêze bi giştî nehatiye naskirin û famkirin. Başe DAŞÎ’ê di carekê de çavan karî ku bajarên Musul û Reqayê bidestbixe û li naverasta Iraq û Sûriyeyê de dewleta xwe îlan û îddîa bike? Wekî ku tê zanîn, DAŞÎ’ê di Hezîranê de Musul, di Temmuzê de Reqa, di 3’yê Tebaxê de jî li ser Şengal, Mexmûr û Kerkûkê re êrîşê Kurdistanê kirin. Dema ku tevahiya wan êrîşan ji aliyê hêzên girêdayî PKK’ê, gerillayên HPG û YJA-Starê ve hate şikandin, vê carê di 15’yê Îlonê de dest bi êrîşa Kobanê kirin. Ev hêze her ji aliyê kê û kîjan derdoran ve hatibe avakirin jî, lê di dawiyê de dîsan êrîşê Kurdan kirin û Tevgera Azadiya Kurdistan PKK jî di hedefa wan êrîşan de bû.
Baş tê zanîn ku yên ku rola şerê li dijî Kurdan û PKK’ê daye DAIŞ’ê, AKP û Tayyib Erdogan e. Heta mirov dikare bêje; jibo DAIŞ’ê rewşek wiha, xeta û şaşiyek mezin a stratejîk û taktîk bû. Jixwe PKK’ê leza DAIŞ’ê rawestandiye, îradeya wê ji aliyê PKK’ê ve hatiye şikandin û êrîşkirina liser PKK’ê jibo DAIŞ’ê jî, bûye destpêkirina dawiya wan. Di vir de mirov dikare jibo nasnameya DAIŞ’ê zelal bike xwe bigehîne hinek fikr û raman an. Pir eşkere û zelale ku hêza sereke yên ku DAIŞ’ê bi ser PKK’ê de ajot û dan şer kirin; Dewleta TC û Hikûmeta AKP’ê ye. Wê demê mirov dikare bêje; di pilana yêkemîn de yên li pişt DAIŞ’ê, TC û AKP heye. Ev rastiyekê misoger e, lê têra nake û hêzên li pişt DAIŞ’ê jî bi van sînordar nînin.
Jiber bi wan re qet neketine şer ûpevçûnan, dibe ku Îsraîl jî li pişt DAIŞ’ê be. Li aliyê din di dirêjahiya tevahiya sînoran de, ger ku di nava agirbestê de ne, wê demê bi PDK’ê re jî di nava têkiliyên ciddî de ne. Ya rast hêza bi navê DAIŞ’ê, eger jiber krîz û aloziya ku sistema moderniteya kapitalist a hegemon derxistiye,û mîna hêza provokasyonan tevgeriyabin jî, dikare bê gotin; her çendî îro ev hêzene xwe wekê dijberê wan û bi wan re şer dikin bidin xûya kirin jî, ne şaşe ku mirov bêje; tevahiya hêzên moderniteya kapitalist jî hêzên li pişt DAIŞ’ê ne. Her çiqas xwe wisa nîşan bide jî, lê DAIŞ ne ji Rojhilatanavîn e, û ji moderniteya kapitalist jî cûda nîne.
Li dijî DAIŞ û êrîşên wan, her sê salên dawî di asta cîhanê de di nava berxwedanê de derbas bûye. DAIŞ’ê her çiqas êrîşê her kesê kiribin jî, lê bi piştgiriya hevkarên xwe herî zêde, êrîşê Kurdan kirin e. Ji ber vê sedemê, li dijî êrîşên DAIŞ’ê ku bûye faşîzma serdema niha, herî zêde Kurdan tekoşîn kiriye. Ev tekoşîn û bexwedan jî, di bin pêşengtiya PKK’ê de ji aliyê Kurdên azad ve hatiye kirin. Lewma di hindûrê şerê sê salan de, barê herî mezin Kurdan rakiriye û berdelên herî giran jî gelê Kurd daye. Di şerekê wisa de Kurdan, li Şengalê qirkirin jiyane, bi dehezaran şehîd û birîndar dane, li Kobanê jî mecbûr mane ku ji mala xwe û bajarê xwe de derkevin û koçber bibin.
Gelê Kurd jiber ku rastî rewşek wiha hatin û li dijî faşîzmê şer dikin gazinan nakin. Lewma ev şere ji aliyê Kurdan ve bûye şerê hebûn û azadiyê, bûye şerê şeref û rûmetê. Jibo hevdîtina mirovahiya azad re xizmet kiriye, û berpirsyariya xwe ya mirovahî û azadiyê bi cîh aniye. Jiber vê çendî ne gazind, lê dixwaze rastiyan fam bike, bi kê re çima şer dike, hê bêtir derbixîne zanebûnê. Loma vî şerî bi Kurdan nedaye wendakirin beravajî vê, daye qezençkirin û îro jî dide qezençkirin.
Başe rewşa şerê ku îro Kurd li herêmê li dijî faşîzmê bi rêve dibin, di kîjan astê de ye? Baş tê dîtin ku di şerê li dijî DAIŞ’ê de ber bi dawiyê ve diçe, nakokî û pevçûnên cûde yên ku li heremê de wê siyasetê diyar bikin derdikevin pêş. Herî kêm mirov dikare bêje; ji 5’ê Hezîranê, ku pêngava rizgarkirina Reqayê destpêkir û heya niha rewş wisa ye. Hikûmeta Iraqê îlan kir kû, Musul ji DAIŞ’ê hatiye rizgar kirin. Hêzên Sûriyeya Demokratik jî diyar kirin kû, ji nîvêyê zêdetir Reqa hatiye rizgar kirin. Pir zelale ku piştî rizgar kirina Reqayê, wê di têkiliyên li herêmê û hevsengiya eskerî-siyasî de gûhertinên nû pêk werin. Bi heman rengî wê pêşiya nakokî û pevçûnên nû jî vebe. Ev jî tê wateya yên ku li herêmê de statûkoya Dewlet-Netewê li ser lingan digrin TC û Îran, wê bi hêzên sermayedarên cîhanê re nakokî û pevçûnên xwe kûrtir û berfirehtir bikin. Lewma DAIŞ’a ku birûxe, di heman demê de tê wateya rûxandina statûkoya Dewlet-Netew, û ev jî Komara Tirk TC û dewleta Îranê paşde dixîne û pir ditirsîn e.
Ji ber vê sedemêye ku her dû hêz jî, li Sûriyeyê de hewldanên xwe yên eskerî zêde kirin e. Dewleta Îranê hewl dide bi hinek hêzên girîdayî xwe, sînorê Iraq û Sûriyeyê di aliyê leşkerî de kontrol bike, Dewleta TC jî êrîşên xwe yên li ser Efrîn-Şehbayê û amadekariyên dagîrkeriya xwe jî zêde dikin. Her dû hêz jî hewl didin kû, li hindûr de zordestî û kontrola xwe bi hêztir bikin. Çawa ku dewleta Îranê hewl dide li sînorên Kurdistanê de kontrola xwe ya eskerî bi hêztir bike, Rêveberiya Erdogan-Bahçeli jî dixwaze şer û komkujiyên li Kurdistanê mezintir bike û li Tirkiyeyê de jî zordestî û terora faşîst bilindtir bikin. Jixwe girtin û binçavkirinên dawî, dîsa rêznameya ku AKP’ê ji meclîsê derbas kir jî mînakên vê ne.
Wê demê berpirsyariya roja me ya sereke, mîna dijbertiya faşîzma DAIŞ’ê, divê ji vê xurttir li dijî faşîzma Erdogan-Bahçeli jî tekoşinek werî raberkirin. Li ser vê bingehê berxwedanekê antîfaşîst ji aliyê gerilla, hêzên jin û ciwanan, hêzên şoreşger-demokratik ve tê meşandin. Dîlên ku li zindanan hatine tije kirin jî di nava berxwedanekê girîng de ne. Dîsa berxwedana hêzên siyaseta demokratik jî gelek girîng û mijara axaftinê ye. Lê jibo ber hev kirina encamên siyasi yên tevahiya berxwedanan , divê qada siyaseta demokratik hê xurttir û bi rêxistinî, tekoşîna xwe mezintir û bilindtir bike. Jixwe li Amedê, ji aliyê HDP’ê ve çalakiya nobetê hatiye destpêkirin û ji aliyê HDK û hêzên demokratik ve têne destek kirin.
Bêguman berxwedana ku HDP’ê daye destpêkirin girîng e û pêwîste bi her rengî dewam bike. Divê neyê jibîrkirin ku, siyaset valatiyê qebûl nake û berxwedana li dijî faşîzmê jî, qûtbûn û valatiyan qebûl nake. Dema ku valatî bine kirin, mîna meşa dawî ya Kiliçdaroglu, sistema şerê teybet di heman wextî de valatiyan dadigire. Ya dûduyan jî; divê berxwedana li dijî faşîzmê, bi armanca rûxandina faşîzmê be. Di vê mijarê de lazime zelal bin û li dijî faşîzmê jî xwediyê helwestekê bi zelal û wêrek bin. Ya sêsêyan jî, divê tekoşîn û berxwedana li dijî faşîzmê, li gorî bernameyekê demokrasiyê û ji aliyê eniya demokrasiyê ve bête rêvebirin. Bi tenê têgehên Edalet û wijdanê faşîzm nayê rûxandin. Eger bernameyekê rast ya demokrasiyê nebe, wê girseyên gel tevlî berxwedana antîfaşîst nebin.
Îro li Tirkiyeyê de xala yêkemîn a bernameya demokrasiyê, hebûna gelê Kurd û qebûlkirina mafên wan yên demokratik in. Ev jî bi azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re bihevre dimeşe. Azadiya gelê Kurd û Rêbêrê wan, jibo demokrasiya Tirkiyeyê xala serekeye. Lewma ev mijar, karekterê hêzên demokrasiyê jî diyar dike.Jiber vê sedemê qasî her kesê , divê ev mijar li ser CHP’ê bê ferz kirin. Ger ku CHP, hebûna Kurdan û azadiya wan qebûl bike, wê hemû pirsgirîkên Tirkiyeyê jî çareser bibin. Lewma yên ku pirsgirîkên Tirkiyeyê bê çareserî hiştîn û hêza ku çareser bike jî ne AKP-MHP ye, CHP bi xwe ye. Partiya ku komar avakiriye, heger bixwaze hêza vê têra dike û dikare çareser bike. Lewra bila ti kesê nexapînin, bes bila bixwazin û zihniyet û siyaseta xwe bigûherînin; wê li Tirkiyeyê de her tişt ber bi çareseriye ve biçe.
ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA, RADYOYA DENGÊ KURDISTANÊ