Ji bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdan hate kirin
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin.
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin.
Newroz Ûysal, Mazlûm Dînç, Cengîz Yureklî û Faîk Ozgur Erol ên ku parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan in ji bo hevdîtina bi muwekîlên xwe serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Parêzeran herî dawîn piştî 8 salan di 2-22’ê Gulanê, 12-18’ê Hezîranê û 7’ê Tebaxa 2019’an de karibûn bi Ocalan re bicivin.
Ji 7’ê Tebaxa 2019’an û heta niha bersiva 96 serlêdanên hevdîtinê nehatiye dayin.