Ji bo Halîl û Kasim Alpsoy ên ji aliyê dewletê ve hatine ‘windakirin’ hatin ba hev

Dayikên Şemiyê ji bo Halîl Alpsoy û Kasim Alpsoy ên xizmên hev, hatin ba hev. Halîl û Kasim Alpsoy ji aliyê dewletê ve hatine ‘windakirin’.

DAYIKÊN ŞEMIYÊ

Dayikên/Mirovên Şemiyê ji aqûbeta xizmên xwe yên di bin çavan de hatine windakirin û qetilkirin û ji bo darizandina faîlan, cara 998’an li Qada Qalatasarayê hatin ba hev. Dayikên Şemiyê aqûbeta Halîl Alpsoy û Kasim Alsoy ên xizmên hev, pirsîn. Alîl û Kasim Alpsoy di sala 1994’an de li bajarên cuda ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin û êdî agahî ji her duyan nehat girtin.

Ji Komîsyona Windayan a Şaxa Stenbolê ya ÎHD’ê Sebla Arcan daxuyaniya vê hefteyê xwend.

Piştî daxuyaniyê hevjîna Kasim Alpsoy, Leyla Alpsoy axivî. Leyla Alpsoy diyar kir ku hîna jî goreke hevjînê wê tune ye û got: “Heta mirinê ez ê hesabê hevjînê xwe bipirsim.”