Ji bo girtiyên nexweş, destpêkê muebet, piştre tecrîd!
Ji bo girtiyên nexweş, destpêkê muebet, piştre tecrîd!
Ji bo girtiyên nexweş, destpêkê muebet, piştre tecrîd!
Firat Yagmakan ku du caran rastî cezayê muebetê yê giran hatiye û 268 sal cezayê wî hatiye erêkirin, ligel pirsgirêkên ku dijîn, nayên tedawîkirin û di hucreya yek kesî de dimîne. Birayê wî Murat Yagmakan der barê mijarê de ji ÎHD û TAY-DER’ê alîkarî xwest û da zanîn ku ger dereng bimîne dê jiyana birayî bikeve rîskê.
Li Şîrînyer a Îzmîrê di 2’ê cotmeha 2007’an de ji ber du çalakiyên bombeyî yên pêk hatin, Firat Yagmakan hat girtin û şandin Girtîgeha Tîpa F ya Hejmar 2 Kiriklarê. Pirsgirêkên wî yên tenduristiyê her ku diçe zêdetir dibin. Birayê wî Murat Yagmakan daxwaz kir ku hêj ku dereng nemane divê pêşî lê bê girtin û ji ÎHD û TAY-DER ya Îzmîrê alîkarî xwest.
Murat Yagmakan jî ku di heman dozê de tê darizandin û bi xalê xwe Zîver Turan re berat kiriye, da zanîn ku birayê wî wek qurban hat hilbijartin û wiha got: “Îdia kirin ku ew bombevanê Şîrînyerê ye. Du caran cezayê muebetê yê giran lê hatiye birîn. Lê birayê min bê sûc e.”
BIRAYÊ WAN YÊN ÇIYÊ WEK ‘DELÎL’ HESIBANDIN
Murat Yagmakan got piştî bûyera teqîna bombeyê ya Şîrînyerê jiyana wan têk çûye û beyî ku agahiya wan pê hebe, ew bombevan hatine îlan kirin û wiha got: “ Ji ber bûyera teqîna bombeya 2’ê cotmeha 2007’an di 18’ê cotmehê de bi ser mala me de girtin. birayê min Firat Yagmakan û 4 xalên min û xaltiya min hatin binçavkirin. Em 3 rojan di bin çavan de man. Dozgeriyê ez, Frat û xalê min Zîver Turan şand girtîgehê. Di dadgeha yekemîn de xalê min hat berdan. Ez jî di danişîna 8’emîn de hatim berdan. Dema bi ser malê de girtin, tu tiştek nedîtin. Lê îdia kirin ku birayê min yên li tevli PKk’ê bûye Rezan Yagmakan em ‘bi rêvebirine’ û xwestin sûc bixin ser me. Ji me re gotin birayê we hun bi rêve birine lê, di dema girtina me de der barê vê mijarê de tu tiştek nedîtin. Ev sûcê li me tewanbarkirine, ev 6 sale em di alî aborî û manevî de têk birine.
JI POLÎS RE BOMBEVAN LAZIM BÛ, BIRAYÊ MIN KIRIN QURBAN
Yagmakan got di dema operasyona hevdem ya bi ser mala wan de girtin birayê wî ne li mala xwe bûye û got: “Ew li mala xezurî wî girtin. dema hatine mal ji xwe polîs li malê ye. Du poşetan tînin nîşanê birayê min didin, dibêjin ev yê te ne? Di torbeyan de teqemenî hebûye. Lê li birayê min komplo kirin. Ji ber ku em îhtîmalê nadin ku birayê min çalakiyek wisa pêk bîne. Roja ku çalakî pêk hatiye, dîmenên wê yên kamerayê nîşanê min dan. Li wir kesekî herî kêm 20 cm ji birayê min dirêjtir heye. Ji min re gotin ev birayê te nîne? min ji wan re got ka ev li ku dişibe birayê min. Yanî yê ku di dîmenan de bû ne birayê min bû. Lê ji polîs re yek lazim bû. Em kirin qurban.
DI BOMBEKIRINA ŞÎRÎNYERÊ DE ŞOPÊN ERGENEKONÊ
Yagmakan da zanîn ku di pêvajoyên dawî de di çapemeniyê de hatiye gotin ku bombekirin ji aliyê Ergenekonê ve hatiye kirin û got: “Em ji ber vê dozê di girtîgehê de bûn. Operasyonên Ergenekonê çêbibûn. Me di çapemeniyê de şopand, li Kordonê bi ser malekê de hatibû girtin û krokiyên cihên hatibûn bombekirin hatibûn xêzkirin. Em ev ji çapemeniyê şopand. Hêviya me zêde bû û me got sûcdar dê bên girtin. lê hêviyên me têk çûn. Ji ber ku agahiyên der barê krokiyan de hatin girtin.
DU CARAN CEZAYÊ GIRAN YÊ MUEBETÊ
Yagmakan got di encama doza ku 6 salan berdewam kir de, li birayê wî xalê wî Zîver Turan du caran cezayê giran yê muebetê hatiye birîn û piştre Dadgeha Bilind biryar xera kiriye û tenê li birayê wî du caran cezayê muebetê yê giran biriye û 268 sal cezayê wî hatiye erêkirin.
BIRAYÊ MIN NEKARE TENÊ BIMÎNE
Yagmakan got niha birayê wî tenê di hucreyekê de dimîne û pirsgirêkên wî yên tenduristiyê hene û wiha got: “ Dema em bi hev re diman, ez pêre eleqeder dibûm. Birayê min iha li girtîgeha Tîpa F ya hejmar 2 a Kiriklarê dimîne. Bi tenê di hucreyê de dimîne. Rewşa wî her diçe xerabtir dibe. Birayê min nexweşiya Hepatît B ye. Her wiha gelek nexwşiyên wî yên din hene. Ji ber vê em dixwazin birayê min herî kêm biçe cem hevalên xwe.